Bi dîmen: Dayikek dilsoj ji Cindirêsê dilorîne

Di dîmenekî li ser malperên medya dijîtal hatiye weşandin de, rewşa trajîk a Kurdên li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî jiyan dikin, diyar dibe.

Bi dîmen: Dayikek dilsoj ji Cindirêsê dilorîne
23 sibat, 2023   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di destpêka dîmen de dayikeke Kurd ku bi malbat û xizmên xwe re li dora agir li kolanê rûniştiye, diyar dibe. Dayik bi dilsojî dilorîne û dibêje “Cindirêsê xira bû, em li cadê man.”

Li nêzî wê dayikê, dayikek din jî nivînên xwe danîne kêleka kavilên mala xwe û tevî 3 zarokan rûniştiye. Li gorî kesê di dîmen de diaxive, navên zarokan Lava, Fatima û Cano ne. Dayika wan zarokan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da, bavê wan ê birîndar jî li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.

Ji axaftinên kesê di ber dîmen re diaxive, cudakariya li dijî Kurdan diyar dibe. Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê alîkariyan ji ser Kurdan qut dike. Ew kes bi vê hevokê “alîkarî diçin ji kesên ji derdorê hatine re” dixwaze balê bikişîne ser biyaniyên li herêmê hatine bicihkirin.

(cx)