​​​​​​​Artêşa Tirk bend û blokên nû li Ezazê danîn

Artêşa Tirk a dagirker duh çarşemê, bendên axê û blokên çîmentoyê li ber nexweşxaneya bajarê Ezazê yê dagirkirî danîn.

​​​​​​​Artêşa Tirk bend û blokên nû li Ezazê danîn
23 sibat, 2023   08:30
ŞEHBA

Çavkaniyên ji bajarê Ezazê yê dagirkirî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li ber nexweşxaneya bajarê Ezazê bendên axê û blokên çîmentoyê danîne.

Her wiha tank li rêya di navbera Ezaz û kantona Efrînê ya dagirkirî de bi cih kirin.

Heta niha sedema van tevgerên artêşa Tirk a dagiker nehatine zanîn.

(şx)

ANHA