Welatiyên Cindirêsê: Çete alîkariyên mirovî didizin

Welatiyekî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî bi rêya dîmenekê destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker alîkariyên mirovî didizin.

Welatiyên Cindirêsê: Çete alîkariyên mirovî didizin
23 sibat, 2023   08:35
ŞEHBA

Erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê 6`ê Sibatê de rû da, bandoreke giran li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî jî kir. Heta alîkariyên ji şêniyên wê re hatine şandin jî ji aliyê çeteyan ve têne dizîn.

Welatiyê bi navê Hesen Ebdurehman Tilato yê ji navçeyê, bi rêya dîmenekê kiryarên çeteyên dewleta Tirk eşkere kirin ku alîkariyên mirovî yên ji aliyê gelek dewletan ve ji mexdûrên erdhejê re hatine şandin, didizin.

Tilato destnîşan kir ku komên çete û “meclisa herêmî” madeyên xêrxwaziyê, çadir û alîkariyên din ên ji mexdûran re hatine pêşkêşkirin, dizîne.

Her wiha diyar kir ku çete navên mexdûran qeyd dikin lê alîkariyan nadin wan.

(şx)

ANHA