​​​​​​​Ji bo xwendekarên ji perwerdeyê qut bûne çareserî tê dîtin

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwedekarên dibistanên ku ji ber erdhejê ji xizmetê derketine, planek perwerdeyê daniye û hewl dide vê pirsgirêkê di demek nêz de çareser bike.

​​​​​​​Ji bo xwendekarên ji perwerdeyê qut bûne çareserî tê dîtin
23 sibat, 2023   03:31
REQA-ENES MIHEMED

Ji ber erdheja ku 6`ê Sibatê li Tirkiye û Sûriyeyê çêbûye, 327 dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zirar dîtin, hejmarek ji wan ji xizmetê derketin û nêzî 28 hezar û 850 xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.

Piştî erdhejê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê tîmeke endeziyariyê ava kir da ku tevahî dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kontrol bikin. Hat piştrastkirin ku piraniya dibistanan ziyanên sivik dîtine û dikarin di demek nêz de bên sererastkirin. Lê 56 dibistan bi temamî ji xizmetê derketine.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Receb El Muşrêf têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku piştî erdheja li herêmê hatiye hîskirin nêzî 28 hezar û 850 xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Li gorî El Muşrêf, ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê xwendekar li dibistanên nêzî malên wan hatine belavkirin, li hin dibistanan dewam li ser du yan sê beşan bi rêve diçe, her wiha saetên xwendinê li gorî hejmara xwendekaran hatine kêmkirin.

El Muşrêf diyar kir ku wan ji nivîsgeh û komîteyên perwerdeyê daxwaz kiriye ku dersên xwendekaran bên zêdekirin û li gorî pêwîstiyê sîstema online bê bikaranîn, ji bo ku dersên xwendekaran di demên dawîn de nestandine bên dayîn. El Muşrêf wiha dom kir: “Zêdekirina dersan li gorî plana perwerdeyê ya sala xwendinê 2022-2023`an e. Ji ber ku Desteya Perwerdeyê her tim planek perwerdeyê datîne û meteryalên ku di dirêjahiya salê de bên dayîn, diyar dike. Ders her meh bi awayekî guncaw tên belavkirin.”

El Muşrêf destnîşan kir ku ew ê di çend rojên pêşiya me de vê pirsgirêkê çareser bikin û dersên ku xwendekaran nestandine, ji nû de bidin wan.

(cx)

ANHA