​​​​​​​Komkujiya dawîn a DAIŞ`ê carek din rastiya hikumeta Şamê eşkere kir

Komkujiya ku çeteyên DAIŞ`ê di demên dawîn de li dijî sivîlên li çolistana Sûriyeyê kiriye, carek din rastiya hikumeta Şamê ya ku nikare ewlehiyê li herêmên serweriya xwe peyda bike, raxist pêş çavan.

​​​​​​​Komkujiya dawîn a DAIŞ`ê carek din rastiya hikumeta Şamê eşkere kir
23 sibat, 2023   01:40
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Tevahî cîhan û bi taybet şopdarên rewşa Sûriyeyê, xeteriya DAIŞ`ê li ser Sûriye û cîhanê dizanin û di ferqa hewldanên DAIŞ`ê yên xwezindîkirina li Sûriye û Iraqê de ne. Şaneyên DAIŞ`ê sûcên qetilkirinê li Sûriyeyê dewam dikin.

Çeteyên DAIŞ`ê herî dawî di 17`ê Sibatê de li çolistana Sûriyeyê li dijî welatiyan û bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê êriş pêk anî. Di êrişê de 68 kes ku 61 ji wan sivîl bûn, hatin kuştin.

Ji destpêka îsal de, ev êrişa 5`emîn a çeteyên DAIŞ`ê li sêgoşeya Hums-Hema-Dêrazorê li çolistana Sûriyeyê û ya herî xwîndar e. Ev êriş di demekê de pêk tê ku cîhan û hikumeta Şamê bi erdheja 6`ê Sibatê ya li Tirkiye û Sûriyeyê mijûl dibin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di 9 salên dawîn de ji şerê li dijî DAIŞ`ê gelek tecrûbe girtin, têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê li bakur û rojhilatê welat da ser milên xwe.

Li gorî malperên fermî yên girêdayî QSD`ê, di 3 operasyonên ewlehiyê yên QSD`ê yên li gundewarên bakur û rojhilatê bajarê Dêrazorê de, 3 şaneyên DAIŞ`ê hatin tunekirin û 4 çete ku 2 ji wan serçete bûn, hatin kuştin.

Operasyona yekemîn di 9`ê Sibatê de li navçeya Sor a bakurê Dêrazorê pêk hat, di encamê de 2 çeteyên DAIŞ`ê yên ku xwe teslîm nekirin û gule reşandin, hatin kuştin.

Operasyona duyemîn di 16`ê Sibatê de li navçeya Sebha ya rojhilatê Dêrazorê pêk hat. Di wê operasyonê de jî serçeteyekî DAIŞ`ê “Muhened Sarî Fedxem” ku berpirsê sûîqastkirina şervanên QSD`ê bû, hat kuştin.

Operasyona sêyemîn jî hemwextî operasyona duyemîn li gundê Hacine yê rojhilatê Dêrazorê pêk hat. Di operasyonê de serçeteyê DAIŞ`ê yê bi navê “Hemze El Husmî” piştî ku hat dorpêçkirin, xwe teqand.

Li aliyê din, hikumeta Şamê carek din nikarî li herêmên serweriya xwe aramî û ewlehiyê peyda bike. Vê yekê rê da DAIŞ`ê ku êrişî sivîlan bike û komkujiyan pêk bîne.

Bi komkujiya 17`ê Sibatê û tevgera zêde ya DAIŞ`ê di çaryeka dawîn a sala borî re û beriya wê li Siwêdayê di Tîrmeha 2018`an de, her wiha ji êrişên hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkeriyên nû li herêmê, îsbat bû ku DAIŞ dikare ji valahî û derfetan sûd werbigire û carek din xwe zindî bike.

Li gorî şîrovekarên siyasî û lêkolînerên kar û barên terorê, berdewamkirina tevgera DAIŞ`ê li Sûriyeyê vedigere van faktor û sedeman:

*Hêzên navneteweyî yên ku pirsgirêka çeteyên DAIŞ`ê li girtîgehan û malbatên wan ên li kampan çareser nekirin û xebatên wan tenê di çarçoveya şêwirên bi QSD`ê re man.

*Nebûna piştevaniya aborî ji bo xebatên ji nûve avakirinê. Her wiha hêzên navneteweyî çavên xwe li fînansekarê DAIŞ`ê, dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên domdar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bandorê li şerê li hember DAIŞ`ê dike, digirin.

*Serhişkiya hikumeta Şamê ya ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li ser bingehên nîştimanî yên ku xizmeta yekitiya xak û gelê Sûriyeyê dikin, hevkariyê nake.

(cx)

ANHA