​​​​​​​Rûspiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Armancên hêzên komploger pêk nehatin

Komîteya Rûspiyan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got ramanên wî azad in û gel azadiya xwe pê bi dest dixin.

​​​​​​​Rûspiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Armancên hêzên komploger pêk nehatin
23 sibat, 2023   00:37
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Ramanên Rêber Abdullah Ocalan bandor li gelên Rojhilata Navîn kir û ji bo dabînkirina jiyaneke ewle li ser bingeha edalet, wekhevî û biratiya gelan, Rêber Ocalan ji xwe re wek pêşeng dîtin.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Rûspiyan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Elî El Hesen wiha got: "Bi derketina fikrên Rêber Ocalan re dewletên modernîteya kapîtalîst xetereya vê fikr û îdeolojiyê li dijî xwe hîs kir û komployek li dijî wî pêk anî."

El Hesen wiha domand: "Dewletan komployek li dijî wî pêk anî û revand. Lê armancên wan pêk nehatin. Ji ber ku Rêbertî bi ramanê xwe di nava dilê gelên Rojhilata Navîn de ye. Ji ber ku firkê wî fikrekî navneteweyî ya azad e û gel ji bo azadiya xwe, xwe dispêrin wî fikrî."

El Hesn wiha dawî li gotina xwe anî: "Ew rêberekî mîna wî tune ye. Bi fikrê xwe hemû netewe, ol, mezheb, etnîk, ziman û urf, bêyî cudahî, li dora xwe kom kirin."

Li aliyekî din jî endamê komîteyê Ehmed El Qureyşî got: "Sûcê Rêber Ocalan çi ye? Gelo hewlên wî yên rizgariya gelan sûc in? "

El Qureyşî wiha domand: "Dema Rêber Ocalan banga azadiya gelan kir, dewletên xêr û bêrên gelan kontrol dikin, ew revand û radestî dijminê me tevan kir. Ew jî dewleta Tirk a dagirker e. Lê Rêbertî rojekê jî li ser belavbûna fikrên xwe bi rêya derxistina pirtûkên li ser biratiya gelan diaxive, nesekinî."

El Qureyşî her wiha got: "Me tevan ji Rêber Ocalan û ramanên wî yên banga neteweya demokratîk dikin, hez kir û em banga azadiya wî ya fîzîkî dikin."

El Qureyşî wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêber Ocalan di serî de banga azadiya jinan kir. Me li Kobanê jî dît ku bi pêşengiya jinên Kurd çawa DAIŞ hate têkbirin."

(fr)

ANHA