​​​​​​​Ji ber erdhejê 13 dibistan nayên bikaranîn û 9 hezar xwendekar bê perwerde mane

Ji ber erdhejê li Minbicê 146 dibistanan ziyan dîtin. 13 dibistan bi temamî wêran bûn û 9 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar man.

​​​​​​​Ji ber erdhejê 13 dibistan nayên bikaranîn û 9 hezar xwendekar bê perwerde mane
22 sibat, 2023   23:33
MINBIC - ŞÎRÎN SERXAN

Ji ber erdheja li herêmê çêbûye, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam li dibistananên bajarê Minbicê û gundewarên wê taloq kir.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê bi aliyên têkildar re hewl dide ji bo xwendekarên ji perwerdeyê bêpar mane heta ku dibistanên wan tên sererastkirin, çareseriyeke demkî bibîne.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Suhêl Walî got: "Erdheja li herêmê rû daye bandor li xwendekarên Minbicê jî kir. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo parastina xwendekaran dewama dibistanan taloq kir. Tîma Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê rewşa hemû dibistanan şopand.”

Walî da zanîn ku ji ber erdhejê 146 dibistanan ziyan dîtine, 13 dibistan bi temamî wêran bûne û nayên bikaranîn û 9 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Li gorî Walî, dibistanên ku ji xizmetê derketine ev in: Dibistana Amadehiyê ya Keçan, El Buhturî, Uqbe Bin Nafi, Ebî Fîras El Hemdanî, Omer Ebû Rîşe, Qasim, Muqbîle El Beyra, Humeyr Labid, Erîme, Mezreaya El Erîme, Dibistana Îlam a Seretayî, Erba Kibîr û Medne Sixîr.

Walî diyar kir ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Rêveber heta sererastkirina dibistanan, hewl dide konan ji xwendekaran re peyda bikin da ku perwerdeya xwe lê temam bikin.

Walî bal kişand ku heta dibistan tên sererastkirin, wê girtî bimînin.

(şx)

ANHA