Li kampa Holê şewat derket

Li konên rêxistineke norwêcî ya li Kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê kar dike, şewat derket.

Li kampa Holê şewat derket
22 sibat, 2023   18:17
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, li konên girêdayî rêxistina "NRS" a Norwêcê ya li beşa Muhacîrat a Kampa Holê kar dike, şewat derket.

Sedema şewatê nehat zanîn.

Hêjayî gotinê ku li Kampa Holê bi hezaran malbatên DAIŞ'î dimînin.

(cx)

ANHA