​​​​​​​Ciwanên herêma Dêrikê li dijî tecrîdê derketin

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçer li bajaroka Xana Serê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan meşa meşaleyan li dar xist.

​​​​​​​Ciwanên herêma Dêrikê li dijî tecrîdê derketin
22 sibat, 2023   20:18
 QAMIŞLO

Bi sedan ciwan li başûrê bajaroka Xana Serê ya girêdayî Dêrikê kom bûn û li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi meşê kir.

Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û di kolana sereke ya navçeyê re geriyan Piştre dîsa vegeriyan deriyê ketina navçeyê.

Li wir, Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ceger Hesen axivî û bal kişand ser komploya li djiî Rêber Ocalan û got: “Komplo li dijî tevahî gelê Kurdistanê bû. Wekî ciwanên şoreşger armanca me ya sereke bidawîkirina tecrîdê ye. Bi azadiya Rêbertî re wê hemû civakên bindest jî azad bibin.”

Meş bi dirûşmeyên mîna “Bijî Berxwedana Ocalan” bi dawî bû.

(cx)

ANHA