Hejmara malbatên hatine Şehbayê zêdetir bûye û nan zêdetir tê çêkirin

Li gel zêdebûna hejmara malbatên piştî erdhejê ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine Şehbayê, Komîteya Firinan rojane 2 hezar tûrik nan zêdetir çêdike.

Hejmara malbatên hatine Şehbayê zêdetir bûye û nan zêdetir tê çêkirin
23 sibat, 2023   04:22
ŞEHBA - ALAN REŞÎD

Piştî erdheja 6`ê Sibatê 3 hezar malbatan ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berê xwe da kantonên Efrîn û Şehbayê ku di nava dorpêçeke giran a Firqeya 4`an a hikumeta Şamê de ne.

Li gel kêmbûna mazot û ard li kantonê û zêdebûna hejmara niştecihên kantonê, Komîteya Firinan a Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê hejmara tûrikên nan zêde kir.

Komîteyê piştî ku beşa yekemîn a şêniyên her du taxan gihaşt kantonê, hezar tûrik li hilberandina rojane zêde kir û rojane derxist 55 hezar tûrikî.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Firinan Mihemed El Ehmed wiha axivî: "Piştî erdhejê, bi hezaran malbatan xwe spart kantona Şehbayê. Tevî rewşa jiyanî ya dijwar û dorpêçê, koçberên Efrînê deriyên konên xwe ji wan re vekirin."

El Ehmed wiha berdewam kir: "Ji ber vê rewşê Komîteya Firinan hilberîna li firinan zêde kir. Bi rêya komînan, zêdetirî 55 hezar tûrik nan li şêniyan belav dike."

El Ehmed destnîşan kir ku berê 7 firin li kantonê hebûn lê ji ber ku sotemenî û mazot peyda nabe, niha tenê 5 firin li kantona Şehbayê rojane 16 saetan kar dikin.

El Ehmed bang li aliyên têkildar kir ku deriyên mirovî vekin ji bo ku madeyên pêwîst derbasî herêmê bibin û dorpêç bi dawî bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ev 5 sal e ku hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ferz kiriye û zêdetirî 5 mehan ve girantir kiriye.

(şx)

ANHA