Li Zanîngeha Rojava komxebata têkildarî zimanê kurdî

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Zanîngeha Rojava der barê rewşa zimanê kurdî û perwerdeya li zanîngehê bi beşdariya zimanzan û wêjevanên ji tevahî parçeyên Kurdistanê, komxebatek li dar xist. Komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû.

Li Zanîngeha Rojava komxebata têkildarî zimanê kurdî
21 sibat, 2023   17:21
QAMIŞLO

Komxebat bi sernavê “Rewşa zimanê kurdî 'astengî-pêşxistin'” li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di komxebatê de sê semîner hatin dayîn. Panelîst, xwendekarên zanîngehê, kesayetên rewşenbîr, wêjevan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarê bûn. Her wiha zimanzan û pisporên wêjeya kurdî yên ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî bi rêya online beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/02/21/150332_2-28229.webp

Semînera yekemîn bi sernavê “Girîngiya perwerdeya bi zimanê kurdî û rewşa perwerdeyê li Rojava ji destpêka şoreşê de heta niha” ji aliyê mamosteyê fekulteya wêjeyê ya Zanîngeha Rojava Newaf Mela Beşîr û endama beşa lêkolînan a Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Gulê Hisên ve hat dayîn.

Newaf Mela Beşîr bal kişand ser girîngiya ziman di avakirina kesayeta mirov de û girîngiya perwerdekirina bi zimanê dayikê.

Mela Beşîr diyar kir ku bi salan e dewletên deshilatdar ên dagirkerên Kurdistanê şerê zimanê kurdî dikin û hewl didin çand û yekzimanî li ser gelê Kurd ferz bikin û got: “Lê girêdana gelê Kurd bi çanda xwe re, nehişt ku ev plan biçin serî. Niha li Rojava di warê perwerdeya bi zimanê dayikê de gavên girîng û mezin tên avêtin.”

Gulê Hisên jî bal kişand ser sîstema perwedeyê ya piştî Şoreşa Rojava û pesna rola Saziya Zimanê Kurdî di avakirina bingeh, rêzimanên kurdî, amadekirina meteryalan û perwerdekirina mamoste û şêniyan de, da.

Beşa duyemîn a bi sernavê “Rewşa zimanê kurdî li parçeyên Kurdistanê” jî, ji aliyê mamosteyê wêjeya kurdî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Haşim Ehmed Zade, zimanzan û pisporê folklora kurdî yê ji Bakur Dr. Remedan Bertev, zimanzanê ji Başûr Ebdulwehab Xalid ve hat birêvebirin.

Dr. Remedan Bertev behsa dîroka şerê dewleta Tirk ê li dijî ziman, çand û folklora kurdî kir û diyar kir ku qedexeya li ser ziman li Bakur dewam dike û zaravayên Zazakî û Kurmancî di xeteriyê de ne.

Dr. Haşim Ehmed Zade jî rewşa zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê vegot û destnîşan kir ku li Rojhilat asîmîlasyon bi rêya sîstema perwerdeya bi zimanê farisî pêk hat û wiha dom kir: “Ruxmî siyasetên dewleta Îranê jî, tevgera wêjeyî û çandî û xebatên saziya Vejîn berdewam in û xizmeta ziman, wêje û çanda kurdî dikin. Kurdên Rojhilatê Kurdistanê girêdayî ziman û çanda xwe ne.”

Mamosteyê Zanîngeha Newroz a Başûr Dr. Ebdulwehab Xalid jî rewşa perwerdeyê li Başûrê Kurdistanê nirxand û anî ziman ku di sîstema perwerdeyê ya piştî salên 90`î hatî avakirin de, gelek pirsgirêk hene.

Beşa sêyemîn a bi sernavê “Astengiyên li pêşiya Zanîngehên Rojava û Kobanê di warê perwerdeya bi zimanê kurdî de” ji aliyê Hevseorkê Fekulteya Wêjeyê û Zanistên Civakî Darwên Darî, Hevserokê Fekulteya Zanistên Siyasî Jiyan Silo, Hevserokê Fekulteya Zanistên Perwerdeyê Aram Hesen û Hevserokê Peymangeha Zimanan Ehmed Îbrahîm ve, hat birêvebirin û li ser astengiyên li pêşiya sîstema perwerdeyê ya zanîngehan bi zimanê kurdî nîqaş hatin kirin.

Di nîqaşan de hat diyarkirin ku astengiyên sereke yên li pêşiya perwerdeya bi zimanê kurdî, nebûna çavkanî û pirtûkên zanistî ye, nebûna kadroyekî perwerdeyê yê pispor li zanîngehan û nebûna ferhengek giştî ji bo têgehên zanistî yên kurdî ne.

Hat destnîşankirin ku ji bo pêşxistina ziman, perwerdeyê û xwendekaran, divê Desteya Perwerdeyê, Saziya Zimanê Kurdî û zanîngeh bi hev re alîkar bin, çavkaniyên zanistî û têgehên bi zimanê kurdî û kadroyekî akademîk û pispor amade bikin.

Komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû, hinek ji wan ev in:

  1. Zêdekirina hevkariyê di navbera zanîngeh, Desteya Perwerdeyê û Saziya Zimanê Kurdî de.
  2. Divê zanîngeh li ser pirsgirêkên heyî yên zimanê kurdî û bi taybet meteryalên kurdî, bi awayekî cidî kar bikin.
  3. Divê Saziya Zimanê Kurdî di perwerdekirina mamosteyên zanîngehan de rolek xurttir bilîze.
  4. Divê siyaseta ziman a zanîngehan bê diyarkirin, divê Rêveberiya Xweser jî wê yekê bike.
  5. Divê hemû belgeyên fermî yên têkildarî peymanan û li fekulteyên zanîngehan bi zimanê kurdî bin.
  6. Divê zanîngeh girîngiyê bide kesên ku xwendina xwe lê bi dawî kirine.
  7. Divê ezmûna astên zimanê kurdî şertekî sereke yê perwerdekirin û karmendiya li zanîngehan be.
  8. Divê navendek ji bo amadekirina made û meteryalên zanîngehê û bi taybet di warê wergerê de, bê aktîvkirin.

(cx)

ANHA