​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Gîvara Efrîn ku li ser erka xwe li Helebê şehîd bûbûn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Şehbayê oxir kir.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê şehîd Gîvara Efrîn oxir kir
21 sibat, 2023   13:35
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Îmad Mihemed (Gîvara Efrîn) ji Nexweşxaneya Avrîn a li Fafînê ya Şehbayê wergirt.

Şênî bi karwaneke ji sedan erebeyan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Şehbayê ve kete rê.

Li goristanê, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xedîce Îbo sersaxî ji malbata şehîd Gîvara re xwest û wiha got: "Bi saya fedekariyên şehîdan û şehîd Gîvara em dibînin ku projeyên me yên demokratîk û biratiya gelan ber bi armanca xwe diçe."

Xedîce wiha domand: "Beriya 15 roj, erdhejeke dijwar li herêmê çêbû, di encamê de bi deh hezaran welatî li Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Para Cindirêsê jî mezin bû. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker lez kir û deriyên sînor girtin, nehişt alîkarî û alên mezin derbasî herêmê bin. Di encamê de gelek kes di bin enqazan de man û jiyana xwe ji dest da."

Xedîce Îbo wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker ev karesata mirovî ji bo xizmetkirina projeya xwe ya dagirkirinê bi kar anî. Nehişt alîkariya şêniyên resen ên di bin kavilan de mane were kirin û rê li pêş komeleyên Qeterî û hwd vekir ku avahiyên mêtingehiyê di bin perdeya dabînkirina cih ji mexdûran re ava bikin."

Xedîce wiha dawî li gotina xwe anî: "Hemû planên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna karesatan ji bo projeya xwe ya dagirkirinê dê bi ruhê berxwedan û têkoşînê bi bin bikevin."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Kantona Efrînê-Şehba Mihemed Weysî dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve li dijî kantona Şehba, taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê şermezar kir û wihagot: "Ji herêmên zirar ji ber erdhejê dîtine, kantona Şehba, taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê ne. Ji lew pêwîst e alîkarî bi awayekî lezgîn derbasî kantonê bin. Lê ew yek, bi sedema dorpêça bendên kontrolê yên hikumeta Şamê, pêk nehat."

Dûre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA