Li Dirbêsiyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û got pergala perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çanda pêkhateyên herêmê parast û li dijî siyaseta yekzimanî û helandina çandên gelan bi ser ket.

Li Dirbêsiyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin
21 sibat, 2023   13:15
HESEKÊ

21′ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Bi vê boneyê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê ya Hesekê daxuyaniyek da û tê de ev roj li tevahî gelan pîroz kir.

Bi beşdariya bi dehan mamosteyan daxuyanî li pêş navenda komîteyê hate dayîn. Endama rêveber a komîteyê Darîn Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin pergala perwerdeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çanda hemû pêkhateyên herêmê diparêze û hate gotin: "Em perwerdeyê bi zimanên erebî, kurdî û suryanî didin, da ku pêkhateyên herêmê parastina çand û zimanê xwe bikin. Di 8 salên dawîn de em li dijî siyaseta yekzimanî û helandina çanda gelan bi ser ketin."

Di dawiyê de komîteyê got: "Em mamosteyên navçeya Dirbêsiyê vê rojê li hezkerên zimanê kurdî, tevahî pêkhateyan pîroz dikin û soz didin ku pirrengiya zimanan biparêzin.”

(fr)

ANHA