​​​​​​​Rûsyayê peymana bêçekbûna nukleerê sekinand

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der barê bêçekbûna nukleerê de diyar kir Rûsyayê tevlêbûna xwe ya peymana New Startê daye sekinandin.

​​​​​​​Rûsyayê peymana bêçekbûna nukleerê sekinand
21 sibat, 2023   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Pûtîn di axaftina xwe ya televîzyonê de got “Rûsya tevlêbûna peymana START’ê da sekinandin.”

Pûtîn bang li rayedarên Rûsyayê kir û got heke Washîngton çekên nukleer biceribîne, bila ew jî çekên nukleer test bike.

Ev peyman rê li ber vî tiştî vedike ku DYE û Rûsya li tesîsên leşkerî kontrolan bikin. Ji ber Covîd-19’ê ev kontrol hatibûn sekinandin.

Li gorî rayedarên DYE’yê Rûsyayê her dem kontrolkirina tesîsên nukleer red kiriye.