Hemleya paqijiyê li Hesekê dewam dike

Hemleya ku Komîteya Jîngeh û Şaredariyan dabû destpêkirin, gelê Hesekê bi coşeke mezin pêşwaz kir û hevkariyeke mezin di navbera komîteyê û gel de heye da ku çopên li bajêr paqij bikin.

Hemleya paqijiyê li Hesekê dewam dike
21 sibat, 2023   13:07
HESEKÊ - SÎBELCAN SELMAN

Hemleya paqijiyê ku Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Hesekê dabû destpêkirin da ku hemû taxên bajêr paqij bikin û biparêzin, dewam dike.

Şaredariya Gel a Hesekê bi hevkariya şaredariyên li navçeyên başûr û bakurê bajêr rojane ji saet 4′ê berêvarê heta 12′yê şevê taxên bajêr paqij dike.

Gel, endamên sazî û karkerên şaredariyê hemle bi coşeke mezin pêşwazî kir.

Welatiyê bi navê Bedrî Hewale yê ji taxa Neşwe, li ser mijarê wiha got: "Me berê azarên çopa li kolanan dikişandin û amûrên şaredariyê di demên xwe de çop kom nedikirin. Lê bi saya vê hemleyê kolan tên paqijkirin."

Her wiha Mihemed Kotî yê ji taxa Muftî jî wiha got: "Ne tenê barê hemleyê li ser karkerên şaredariyê ye, lê belê li ser milê her kesî ye."

Kotî diyar kir ku ew kolana ku tê de dijî, tevî karkerên şaredariyê bi awayekî rojane paqij dikin û wiha got: "Paqijî şaristanî ye. Ger paqijî tune be, wê demê şaristanî li wî bajarî tune ye. Li ser vê bingehê em di paqijkirina kolan û parastina taxên xwe de alîkariya karkerên şaredariyê dikin."

Hemleyê di 2′yê Sibatê de dest pê kiribû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V2irMQUIDuI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>