​​​​​​​QSD: 2 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin

QSD′ê diyar kir ku hêzên wan li Reqa û gundewarên wê 2 çeteyên DAIŞ′ê girtine.

​​​​​​​QSD: 2 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin
21 sibat, 2023   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku piştî şopandin û çavdêriya baldar a hêzên YAT′ê yên girêdayî QSD′ê, 2 endamên şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst di operasyonên cuda yên li Reqa û gundê Selhebiyê yê rojavayê bajêr de girtine.

Navendê diyar kir ku ew operasyon bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Hêzan veşartgehên her du çeteyên DAIŞ′ê dorpêç kirin û ew girtin.

Her du çeteyan agahiyên îstîxbaratî û nuqte didan şaneyên rêxistina terorîst ku kiryarên terorîstî lê pêk bînin.

(fr)