HPG: Artêşa Tirk bi bombeyên fosforê êrişî qadên berxwedanê kirin

HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi bombeyên fosforê êrişên li ser qadên gerîla dewam dike.

HPG: Artêşa Tirk bi bombeyên fosforê êrişî qadên berxwedanê kirin
21 sibat, 2023   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û got, "20'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê, bi bombeyên teqezekirî û topên ji fosforê 23 caran hatin bombekirin.ʹʹ

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "20'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 17 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."