Koçberên Girê Spî alîkariya mexdûrên erdhejê dikin

Alîkariyên ku koçberên li kampa Girê Spî kom kirine, gihaştin konê alîkariyê yê li navçeya Eyn Îsayê.

Koçberên Girê Spî alîkariya mexdûrên erdhejê dikin
Koçberên Girê Spî alîkariya mexdûrên erdhejê dikin
Koçberên Girê Spî alîkariya mexdûrên erdhejê dikin
Koçberên Girê Spî alîkariya mexdûrên erdhejê dikin
21 sibat, 2023   10:48
EYN ÎSA

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê dewam dike.

Li navçeya Eyn Îsayê jî 19ʹê Sibatê konê alîkariyê hat danîn. Alîkariyên ku koçberên li kampa Girê Spî kom kirine, gihaştin konê alîkariyê yê li Eyn Îsayê.

Koçberê bi navê Ebdurehîm El Şaban got: "Belaya ku bi serê birayên me de hatiye, mezin e. Wê belayê bandor li me jî kir. Ji ber vê yekê em vê êşê bi wan re parve dikin û alîkariyan pêşkêş dikin. Xema me piştgiriya bi şênî û xweşik û birayên me re ye. Em mîna dewletan li qezencên siyasî nagerin."

Tê payîn ku kampanyaya komkirina alîkariyê li navçe û bajarokên kantona Girê Spî bi dirûşma "Bi hev re ji bo mirovahiyê" 7 rojan dewam bike.

(bb)

ANHA