​​​​​​​Şandeya Rêveberiya Xweser gera xwe ya li Almanyayê bi dawî kir

Şandeya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser di gera xwe ya dawîn de bi Yekitiya Perwerdeyê ya Almanyayê û gelek saziyên perwerdeyê re civiya.

​​​​​​​Şandeya Rêveberiya Xweser gera xwe ya li Almanyayê bi dawî kir
21 sibat, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6′ê Sibatê de serdana Almanyayê kir.

Şande ji hevseroka Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşk û cîgira Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif pêk dihat.

Piştî rêzehevdîtin û gerên şandeyê bi kesayet û pisporên perwerdeyê re, şandeyê gera xwe ya dawî bi Yekitiya Perwerdeyê ya Almanyayê (IAMA) re pêk anî.

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşk bi rêveber û endamên Yekitiya Perwerdeyê ya Almanyayê re civiya. Her du aliyan nêrînên xwe li ser rewşa perwerdeyê û dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li gel bûyerên dawîn ên êrişên dewleta Tirk û erdhejê û bandoran wan li ser xebata perwerdeyê anîn ziman.

Her du alî li ser rewşa pergala perwerdeyê, materyalên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mekanîzmaya nirxandina xwendekaran axivîn.

(fr)

ANHA