Li Derayê erebeyek bombebarkirî teqiya; kuştî û birîndar hene

Di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî li Derayê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li Derayê erebeyek bombebarkirî teqiya; kuştî û birîndar hene
21 sibat, 2023   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel aloziya ewlehiyê ya li herêmên “lihevkirinan”, erebeyeke bombebarkirî li nêzî benda kontrolê ya ′Ewlehiya Leşkerî′ ya hikumeta Şamê ya li taxa Metar a Derayê teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê yên malpera Dera 24, kuştî û birîndar hene.

(fr)