SOHR: Di erdheja duh de 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Di erdheja duh de li herêmên hikumeta Şamê 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 500 kes jî birîndar bûn.

SOHR: Di erdheja duh de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
21 sibat, 2023   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku duh li Tirkiyeyê û Sûriyeyê erdhejek çêbû, di encamê de 5 welatiyan li herêmên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

SOHR′ê destnîşan kir ku di encama erdhejê de 500 birîndar gihaştine nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê.

SOHR′ê diyar kir ku 150 birîndar ji bakurê rojavayê Sûriyeyê, 350 birîndar jî ji herêmên hikumeta Şamê ne; li Heleb, Hema, Laziqiyê, Tertûs û Idlibê.

Li gorî SOHR′ê erdheja nû tirs di nava şêniyan de çêkir. Bi wê re şênî revîn derve û li peyarê, kolan, erebe û parkan man.

Heta niha Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê bîlançoya erdheja duh eşkere nekiriye.

(fr)