Rojnameyên erebî: Esed serdana ji Mestqetê re bi dawî kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa serdana Esed ji sultanê Umanê re, nêzîkbûna Misirî-Tirkî û rewşa Tunisê kir.

Rojnameyên erebî: Esed serdana ji Mestqetê re bi dawî kir
21 sibat, 2023   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

′SERDANA KURT A SEROKÊ SÛRIYEYÊ JI MESQETÊ RE BI DAWÎ BÛ′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûriyeyê ev tişt nivîsand: "Serokê Sûriyeyê Beşar Esed du serdana kurt a ji Mesqetê re bi dawî kir. Esed di çarçoveya xebatê de gelek hevdîtin bi sultanê Umanê Heysem Bin Tariq re pêk anî.

Wezareta Karên Derve ya Umanê diyar kir ku sultan Heysem Bin Tariq bi serokê Sûriyeyê re rûniştinên diyalogê yên fermî li Qesra Bereke pêk anî. Heysem sersaxiya ji mexdûrên erdhejê re nû kir û got ew ê desteka xwe ji Sûriyeyê re ku vê karesatên xwezayî derbas bikin, dewam bikin.

Li aliyekî din jî serokê Sûriyeyê spasiya sultan, hikumet û gelê Umanê li ser piştgiriya wan bi gelê Sûriyeyê kir.

Wezareta Karên Derve ya Umanê destnîşan kir ku her du aliyan teqezî bi xebat û karên hevbeş, pêşdeçûnên li ser qadên herêmî û navneteweyî û kedên ji bo îstîqrara herêmê û ewlehiya wê kir."

′MISIR DERÎ LI PÊŞ FÎNANSÊN TIRKIYEYÊ VEDIKE′

Rojnameya El Ereb li ser nêzîkbûna Misirî-Tirkiyeyê wiha nivîsand: "Têkiliyên Misir û Tirkiyeyê, piştî nêzîkbûna siyasî ya her du welatan derbasî qonaxeke nû bû û fînansên Tirkiyeyê ber bi Misirê re dest pê kirin. Blokên Tirkiyeyê ragihand ku wan bi nirxa 500 milyon dolar fînansên di aliyên pîşesazî, takstîl, cilên amade û werzîşê, pêdiviyên tibî û alavên elektrîkê de pêk anîne.

Bi zêdebûna hevdîtnên berpirsan û beşdariya endamên odeya bazirganiyê ya her du welatan re têkiliyên aborî bi awayekî eşkere bi pêş ketin û ev têkilî piştî şandeyeke Tirkiyeyê serdana Misirê kir û bi serokê hikumetê Mistefa Medbolî û gelek berpirsan re civiya zêde bû."

′DÎSA XENOŞÎ LI PÊŞ DOZGERIYÊ YE′

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Berdevka Partiya Tevgera Nehde got duh polîsan serokê Partiya Tevgera Nehde Raşid Xenoşî vexwend û lêpirsînê bikin.

Berdevk Zeyneb El Berahîmî diyar kir ku polîsan sedema lêpirsînê, piştî girtinên dawî yên siyasetmedaran, eşkere nekir.

Par, Xenoşî bi tawana fînansekirina nerewa ji tevgera Nehde re û şandina tunisiyan ji Sûriyeyê re ku desteka çekdarên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst bikin, hate lêpirsînkirin."

(fr)