​​​​​​​Rojnameyên erebî: Esed serdana ji Mesqetê re bi dawî kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa serdana Beşar Esed ji sultanê Umanê re, nêzîkbûna Misir-Tirkiyeyê û rewşa Tunisê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Esed serdana ji Mesqetê re bi dawî kir
21 sibat, 2023   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

′SERDANA KURT A SEROKÊ SÛRIYEYÊ JI MESQETÊ RE BI DAWÎ BÛ′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rojeva Sûriyeyê ev tişt nivîsand: "Serokê Sûriyeyê Beşar Esed serdana kurt a ji paytexta Umanê Mesqetê re bi dawî kir. Esed di çarçoveya xebatê de gelek hevdîtin bi sultanê Umanê Heysem Bîn Tariq re pêk anî.

Wezareta Karên Derve ya Umanê diyar kir ku sultan Heysem Bîn Tariq bi serokê Sûriyeyê re civînên diyalogê yên fermî li Qesra Bereke pêk anîn. Heysem sersaxiya ji mexdûrên erdhejê re dubare kir û got ew ê desteka xwe ji Sûriyeyê re ku karesatên xwezayî derbas kirine, bidomînin.

Li aliyekî din jî serokê Sûriyeyê spasiya sultan, hikumet û gelê Umanê ji ber piştgiriya wan a ji gelê Sûriyeyê re kir.

Wezareta Karên Derve ya Umanê destnîşan kir ku her du aliyan teqezî bi xebat û karên hevbeş, rûdanên herêmî û navneteweyî û kedên ji bo îstîqrara herêmê û ewlehiya wê kir."

′MISIR DERÎ LI PÊŞ FÎNANSÊN TIRKIYEYÊ VEDIKE′

Rojnameya El Ereb li ser nêzîkbûna Misir-Tirkiyeyê wiha nivîsand: "Têkiliyên Misir û Tirkiyeyê, piştî nêzîkbûna siyasî ya her du welatan derbasî qonaxeke nû bû û fînansên Tirkiyeyê ber bi Misirê re dest pê kirin. Blokên Tirkiyeyê ragihand ku wan bi nirxê 500 milyon dolar fînansên pîşesazî, tekstîl, cilên amade û werzîşê, pêdiviyên tibî û alavên elektrîkê pêk anîne.

Bi zêdebûna hevdîtinên berpirsan û beşdariya endamên odeyên bazirganiyê yên her du welatan re, têkiliyên aborî bi awayekî eşkere bi pêş ketin û ev têkilî piştî şandeyeke Tirkiyeyê serdana Misirê kir û bi serokê hikumetê Mistefa Medbolî û gelek berpirsan re civiya, zêde bû."

′XENOŞÎ DÎSA LI PÊŞ DOZGERIYÊ YE′

Têkildarî rojeva Tunisê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Berdevka Partiya Tevgera Nehde got duh polîsan serokê Partiya Tevgera Nehde Raşid Xenoşî vexwend da ku lêpirsînê lê bikin.

Berdevk Zeyneb El Berahîmî diyar kir ku polîsan sedema lêpirsînê eşkere nekir.

Par, Xenoşî bi tawana fînansekirina nerewa ji tevgera Nehde re û şandina tunisiyan ji Sûriyeyê re ku desteka çekdarên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst bikin, hate lêpirsînkirin."

(fr)