Li Îranê erdheja bi pileya 5.2

Li eyaleta Farsê ya Îranê serê vê sibehê bi pileya 5.2 erd hejiya.

Li Îranê erdheja bi pileya 5.2
21 sibat, 2023   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li eyaleta Farsê ya li başûrê rojavayê Îranê, bi dema herêmî saet di 09:35'an de erd hejiya.

Li gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê, erdhej bi dijwariya 5.2 pileyî ye û navenda wê gundê Dorzê ye.

Erdhej bi 10 kîlometreyan li binê erdê qewimî. Têkildarî xisarên erdhejê heta niha daxuyanî nehatine dayîn.