​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Divê şênî li hemberî şerê taybet bisekinin

Rûspiyên eşîra El Weheb a Tebqayê û rûspiyê eşîra Ebû Esaf a Reqayê got divê şêniyên herêmê ji xetereyên şerê tabyet ê ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, hişyar bin. Her wiha piştgiriya xwe ji pêngavên ewlehiyê yên dijî şaneyên DAIŞ`ê re nîşan da.

​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Divê şênî li hemberî şerê taybet bisekinin
21 sibat, 2023   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN- EBDUREHMAN SALIH – MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker, êrişên xwe yên leşkerî li gel şerê taybet ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne.

Rûspiyê eşîra El Weheb a Tebqayê Cemal El Hinêtir got dewleta Tirk plan û şerê xwe yên taybet li dijî şênî û rêveberiya herêmê didomîne da ku ewlehiyê têk bibe û tevliheviyê biafirîne.

Cemal El Hinêtir îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên qirêjî şerê herêmê dike, destekê dide şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên ji komên din, madeyên hişbirê û sîxuran li herêmê belav dike.

El Hinêtir da zanîn ku hêzên ewlehî û leşkerî bi operasyon û pêngavan li hemberî van kiryaran disekinin û bi bîr xist ku Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê mînak e.

Cemal El Hinêtir anî ziman ku divê şêx û rûspiyên eşîran ciwanan ji xetere û planên ku dijmin li ser herêmê amade dikin, hişyar bikin.

Ji rûspiyên eşîra El Weheb a Tebqayê Ferhan El Emala jî got, rûspiyên eşîran li hemberî hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê disekinin û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê red dikin.

Ferhan El Emala got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên leşkerî bes nedîtin, lê belê ji bo belavkirina madeyên hişbirê û sîxuran kar dike, da ku tevliheviyê li herêmê biafirîne û rewşeke bêbaweriyê di navbera Rêveberiya Xweser û gel de çêke."

El Emala bal kişand ser pêngavên ewlehiyê yên li dijî van planan û got: "Hêzên me xetereya planên dijmin dizanin. Pêngav û operasyonên ku hêzên me li dijî van planan pêk tînin ji bo parastina ewlehiya herêmê û şêniyên wê ne."

Ferhan El Emala îşaret bi hevgirtina gel û baweriya di navbera gel û Rêveberiya Xweser de jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev hevgirtin dê tevahî hewldanên xirabkirina ewlehiya herêmê têk bibe."

Rûspiyê eşîra El Bû Esaf a Reqayê Hemed El Qerace jî da zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê terora DAIŞ û Erdogan ve tên hedefgirtin û got herêm bi fikrên xwe û aboriya xwe dewlemend e, ji ber vê yekê Erdogan destekê dide terorê û hewl dide vî fikrî ku li ser dîktatoriya wan xetere ye, ji holê rake.

El Qerace destnîşan kir ku di demên dawîn de tevgera şaneyên çeteyên DAIŞʹê li herêmê zêde bûye û wiha domand: “Hêzên ewlekariyê û QSD di amadebaşiyê de bûn û ji bo tunekirina xayînên ku zarokên gelê me qetil kirin, Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê li dar xist. Hêzên me di pêngavê de hejmarek kesên ku têkiliyên wan bi DAIŞ û rejîma Tirk re hebûn û li cem wan çek hatin dîtin, girtin. Her kes vî tiştî dizane. Em pisporiya bilind a hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî ya di kontrola şaneyên ku gef li ewlehiya şêniyên me dixwarin, înkar nakin.”

Hemed El Qereca di dawiyê de diyar kir ku şêx û rûspiyên Reqayê piştgiriyê didin pêngavên ewlehiyê yên li dijî DAIŞʹê.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nbumDzNGgAM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>