​​​​​​​Beşdarên kampanyaya îmzeyan bi biryar in ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin

Şêniyên gundewarê bakurê Tebqayê yên beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan a li dijî tecrîdê bûne, destnîşan kirin ku dê çalakiyên wan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam bikin.

​​​​​​​Beşdarên kampanyaya îmzeyan bi biryar in ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin
20 sibat, 2023   23:39
TEBQA- EBDUREHMAN SALIH

Kampanyaya komkirina îmzeyan a bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî li taxên bajarê Tebqayê û gundewarê wê, ji 22`yê Çileyê de bi rêya komîn û meclisan didome.

Li gorî endama Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Tebqayê Şeza El Hisên, heta niha li Tebqayê û gundewarên wê zêdetirî 190 hezar îmze hatiye komkirin.

Di vê çarçoveyê de, şêniyên bajaroka Mehmûdlî ya bakurê Tebqayê yên beşdarî kampanyayê bûne, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Cûma El Ehmed destnîşan kir ku ew bi daxwaza rakirina tecrîdê li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, beşdarî kampanyayê bûne.

El Ehmed anî ziman ku wê daxwaz û hemleyên wan heta azadkirina tevahî girtiyên li girtîgehên zilm û zordariyê dewam bikin.

Mistefa Nasir jî li ser armanca beşdarbûna kampanyaya îmzeyan ev tişt gotin: “Ji ber ku azadiya Rêber Ocalan daxwaza gel e. Ev daxwaz wê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bidome.”

Nasir diyar kir ku ew bi rêya kampanyayê hewl didin Rêber Ocalan bi awayekî fîzkî azad bikin û got: “Gelê herêmê bi saya projeya Neteweya Demokratîk ya Rêber Ocalan, azadiya xwe bi dest xist û ji koletî û zordestiyê xilas bû.”

Nasir bang li NY`yê û rêxistinên navneteweyî kir ku bêdeng nemînin û ji bo rakirina tecrîdê gavên pratîk biavêjin û got: “Azadiya Rêbertî daxwazek gelêrî ye.”

Cuheyne El Hesen jî anî ziman ku hejmarek mezin a şêniyan beşdarî vê kampanyayê bûne û heta azadkirina Rêbertî bi awayekî fîzîkî wê hewldanên wan dewm bikin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema kampanyaya komkirina îmzeyan ku dihat payîn 15`ê Sibatê (salvegera 24`emîn a Komploya Navneteweyî) bi dawî bibe, heta dawiya Sibatê dirêj kir.

(cx)

ANHA