Li Dêrikê bîranîna 140 şehîdan

140 şehîdên mehên Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê li navçeya Dirêkê ya kantona Qamişloyê hatin bibîranîn.

Li Dêrikê bîranîna 140 şehîdan
Li Dêrikê bîranîna 140 şehîdan
Li Dêrikê bîranîna 140 şehîdan
Li Dêrikê bîranîna 140 şehîdan
Li Dêrikê bîranîna 140 şehîdan
Li Dêrikê bîranîna 140 şehîdan
20 sibat, 2023   10:22
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo 140 cangoriyên azadiyê yên ku di mehên Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çiyayên Kurdistanê şehîd bûne, merasîmeke bîranînê li Stada Kornîş a girtî li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got bîranîna wan soza şopandina xeta wan nû dike.

Binefş Ebo bal kişand ser rola şehîdan di pêkanîna rêgezên edalet û azadiyê de û soza şopandina xeta wan da.

Piştî nasnameyên şehîdan hatin xwendin, merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA