Karwanekî alîkariyên navneteweyî gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Karwanekî alîkariyên mirovî yên navneteweyî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn.

Karwanekî alîkariyên navneteweyî gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Karwanekî alîkariyên navneteweyî gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Karwanekî alîkariyên navneteweyî gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Karwanekî alîkariyên navneteweyî gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Karwanekî alîkariyên navneteweyî gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Karwanekî alîkariyên navneteweyî gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
20 sibat, 2023   09:51
HELEB

9 kamyonên alîkariyan ên navneteweyî derbasî taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bûn.

Kamyonên alîkariyê di benda kontrolê ya Ewarid a di bin serweriya Firqeya 4ʹan a hikumeta Şamê de derbasî her du taxan bûn, piştre li pêşiya hola Efrîn a li herêma Şiqêf barê xwe danî.

Têkildarî mijarê, Komîteya Alîkariyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku wê dest bi belavkirina alîkariyan (betanî, lihêf, kon, cilên zarokan, tiştên mitfaxê) bikin.

Komîteyê destnîşan kir ku ew ê bi hevkariya komînan lîsteyekê bi navê mexdûrên erdhejê derxin û ji hefteya bê de wê dest bi belavkirina alîkariyan bikin.

Meclisa Giştî ya herdu taxan di 13`ê Sibatê de raporek belav kiribû, tê de pêdiviyên sereke yên şêniyên herdu taxan ku ji erdhejê zirar dîtine, bi cih kiribû.

Komîteya Alîkariyan da zanîn ku Heyva Sor a Sûriyeyê soza daye ku ew ê 21 kamyonên alîkariyan derbasî herêmê bikin. Ew alîkarî ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê ji aliyê hin dewletan ve hatine şandin.

Li aliyekî din, hikumeta Şamê ji 11`ê Sibatê de nahêle ku karwanê alîkariyên mirovî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bikevin herdu taxan.

(bb)

ANHA