​​​​​​​Rojeva navenda nûçeyan a 20-2-2023

​​​​​​​Rojeva navenda nûçeyan a 20-2-2023
19 sibat, 2023   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo li Stada Kornîş ya Dêrikê 140 şehîdên di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Hesekê girtina deriyên sînor ên Til Koçer û Sêmalkayê şermezar kir û wek kiryarekî dûrî exlaqê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo diyar kir ku Firqeya  4ʹan a hikumeta Şamê nahêle alîkariyên mirovî bighêjin her du taxan û ambargoya giran didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê li ber "Meclisa Xwecihî" ya girêdayî dewleta Tirk rabûn û rê neda wan ku wan veguhêzên kampên li Bab û Idlibê.

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo tevahî gelên ku li azadiyê digerin sembolek e û gotin, Komploya Navneteweyî ya li dijî wî xiyanetek li gelên bindest û yên azadxwaz e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mexdûrên erdhejê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêça hikumeta Şamê şermezar kir û daxwaz kirin ku alîkarî bi lez derbasî herêmê bên kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ligel rewşên aborî yên zehmet û bilindbûna lêçûna dermankirinê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin klînîkên gel. (BI WÊNE Û DÎMEN)