'Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê têkoşîn were mezinkirin'

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê diyar kirin ku dewletên herêmî fêm kirin ku azadiya civakan girêdayî fikr û felsefeya Rêber Ocalan, ji lew re beşdarî Komploya Navneteweyî bûn. Welatiyan bang li gelan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

'Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê têkoşîn were mezinkirin'
19 sibat, 2023   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan keta sala 25`an. Gelê Kurd û dostên wan banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin.

QAMIŞLO

Di vê çarçoveyê de, kesayetên welatparêz ên ji gundê Girê Berî yê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ku bi Rêber Abdullah Ocalan re destnîşan kirin ku azadiya gelan û çareserkirina aloziyan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne.

Dayîka şehîd Ebdullah Hesen Xedîce Beşîr Îbrahîm got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşxistina civakan tê dikoşe û banga azadî, demokrasî û edaletê ji bo hemû gelan dike. Azadiya civakan di azadiya jinan de dibîne.”

`JI BER FIKRÊN WÎ YÊN RIZGARIYÊ HATE REVANDIN`

Xedîce wiha domand: “Ji ber fikrê wî yê rizgariyê, dewletên herêmî û Tirkiyê plan kir ku wî birevînin da ku çirûska berxwedan û şoreşê di nava civakan de vemirînin.”

Xedîce bi rêya kurê xwe yê şehîd Ebdullah Hesen Mistefa tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike. Kurê wê jî bi êrya hevalên xwe yên zanîngehê tevgerê nas dike û tev lê dibe. Piştre sala 1981`an şehîd dikeve. Xedîce sala 1991`an li Akademiya Şehîd Korkmaz a Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan rûdine.”

Xedîce bang kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û çalakiyan li dar bixin.

`ŞOREŞ DÊ BI FKIRÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN BI SER KEVE`

Bavê şehîd Botan Siyamend, Siyamend Hisên Mihemed sala 1991`an li Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye têkildarî mijarê got: “Ji ber ku pê hesiyan civak û şoreş dê bi rêya fikr û felsefeya wî bi ser kevin, dewletên herêmî tev li komployê bûn. Ji bo têkbirina komployê, hevgirtina pêkhateyan gelek girîng e ku heta niha bi rêya êrişên li dijî vîna gelên herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam e.”

`FIKRÊN RÊBERTÎ HÊVIYEKE NÛ BÛ`

Mihemed di dawiyê de got: “Fikrên Rêber Abdullah Ocalan kesayetên me guhert, hêviyeke nû da me ku em dikarin azadî û edaletê pêk bînin. Li ser vê esasê em soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û têkbirina hemû komployan didin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûdû û Eşrefiye yên Helebê bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku bilez destwerdanê bikin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk were.

Welatiyê bi navê Xelîl Heftaro jî got: “Em der barê rêberê xwe de bi fikar in. Li Tirkiyê wêraniyeke mezin çê bûye. Ji ber erdhejê her der hilweşiye. Ji mafê me ye ku em rewşa wî nas bikin.”

Welatiya bi navê Zeyneb Silêman jî wiha anî ziman: “Divê dewleta Tirk a dagirker derfetê bide parêzeran ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin. Ji bo ku em rewşa wî nas bikin. Divê yekser wî serbest berdin. Êdî bes e zulm.”

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed jî bang li rêxistinên hiqûqî kir ku di zûtirîn dem de xwe bigihînin Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

`RÊBERTÎ XILASKERÊ ME YE`

Welatiyê bi navê Silêman Elî Mihemed ê di konekî de dimîne ku li Goristana Şehîdên Berxwedanê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye piştî erdhejê hatiye vedan, got: “Dewleta Tirk a dagirker dev ji siyasetên xwe yên kirêt berneda heta piştî erdhejê. Baweriya me bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan heye. Ji ber wê em bi axa xwe ve girêdayî ne.” 

Mihemed hêvî kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got: “Ruxmî hemû birînan, rêber me xilaskerê me yê yekane ye.”

(şx)

ANHA