Serhildana gelên Îranê bi çalakiyên cuda didome

Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan-Îranê di roja 157’an de didome. Li derveyî Îranê jî çalakiyên ji bo piştevaniya Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ berfireh dibin.

Serhildana gelên Îranê bi çalakiyên cuda didome
19 sibat, 2023   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê ku piştî qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî dest pê kiribû di roja xwe ya 157’an de dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, duh li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê koma bi navê ‘Zarokên agir’ peyamek bi dîmen belav kir û dan zanîn heta ew digihin armancên xwe wê li qadan bin û çalakiyên xwe yên li dijî rejima Îranê berdewam bikin.

Di dîmenan de diyar dibe ciwanan rê li trafîkê girtine agir pê xistine û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Berxwedan jiyane’ û ‘Serhildan jiyane’ berz dikin.

Her wiha li Seqizê duh feqehek temen 19 salî yê bi navê Selahedîn Salihî ku kurê girtiyek siyasî ye, li ber mala xwe ji aliyê komek çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Duh Komîteya Ciwanên Şoreşger ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di daxuyaniyek de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ew komplo di kesayeta Rêber Ocalan de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin.

Li ser asta Îranê jî çalakiyên cûda yên wek, nivîsandina dirûşmeyan li ser dîwaran û cihên giştî, li ser ban û balkonan bilindkirina dirûşman û li xwe nekirina kefiyê li cade û cihên giştî de.

Li dervey Îranê jî piraniya merasîmên siyasî û çandî yên navdewletî bûye cihê nîşandana piştgiriya bi serhildana ‘Jin jiyan azadî’ re.

Di vê çarçoveyê de hejmarek wezîrên karên derve yên jin ku tevlî Konferansa Ewelekarî ya Munchenê bûn, di daxuyaniyek de piştgiriya xwe ya bi serhildana gelên Îranê re nîşan da.

Li aliyekî din, di dema vekirina Festîvala Filman a Berlînê de hinek jinên aktor pankartên ku li ser dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibûn nivîsandin, vekirin.

Di heman festîvalê de bi tevlîbûna komek hunermendên Îranî rûniştinek taybet di jêr sernavê ‘Rola sînema û hunermendan a di şoreşa jin jiyan azadî de’ pêk hat.