​​​​​​​Hêzên dewleta Îranê ciwanek qetil kir

Bi hinceta dirûşme nivîsandiye, hêzên Îranê li bajarê Seqizê gule li wesayîtek reşandin û di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Hêzên dewleta Îranê ciwanek qetil kir
19 sibat, 2023   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistanê, duh bi hinceta nivîsandina dirûşmeyê, hêzên Îranê li taxa Hemalawa ya bajarê Seqizê, gule li wesayîtekê reşandine û di encamê de ciwanê bi navê Mustar Fethî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî heman çavkaniyê, Mustar Fethî zewiciye, hevsera wî ducanî ye û hêzên Îranê ji bo ku malbat nûçeya qetilkirinê belav neke, gef li malbatê xwariye.