​​​​​​​Îsraîlê dijî Şamê êriş pêk anîn

Medyaya fermî ya hikumeta Şamê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê dijî taxên Şamê de kuştî, birîndar û zirarên madî çêbûne.

​​​​​​​Îsraîlê dijî Şamê êriş pêk anîn
19 sibat, 2023   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya  fermî ya hikumeta Şamê li gorî çavkaniyekî leşkerî ragihand ku şeva din saet di 00:22′yan de Îsraîlê ji herêma Colanê bi moşekan êriş bir ser hin nuqteyên li Şamê û derdora wê. Lê pergala parastina asîmanî bersiv da û piraniya moşekan xistin xwarê.

Heman çavkaniyan da zanîn ku wek bîlançoya destpêkê ya êrişê, 5 kes ku di nav de leşker jî hene hatine kuştin, 15 sivîl jî birîndar bûne û rewşa hinekan giran e. Her wiha destnîşan kirin ku ziyanên madî çêbûne.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Îsraîlê nuqteyên milîsên Îranê û Hizbullah a Lubnanî yên li herêma di navbera Sit Zêneb û Diyabiyê ya gundewarê Şamê hedef girtine. Di encamê de şewat û teqîn li cihên hedefgirtî, herêm û dibistaneke Îranê ya li Kefer Sosê çêbûne, avahî hatine werêankirin û windahî çêbûne.

Li gorî SOHR′ê, moşek li çerxeriya Mezreyê jî ketin. Hat ragihandin ku jinek hatiye kuştin, her wiha tûgaya radarê ya li Til Mesîh ê li başûrê Şehba ya li Siwêdayê jî hate hedefgirtin.

(fr)