​​​​​​​Lêkolîner û pisporên ereb: Divê hikumeta Şamê yekser bi pêkhateyên gelê Sûriyê re rûne

Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê komeke lêkolîn û pisporên Ereb bang li hikumeta Şamê kir ku yekser bi hemû pêkhateyên gelê Sûriyê li ser masayekê rûne û bibin yek.

​​​​​​​Lêkolîner û pisporên ereb: Divê hikumeta Şamê yekser bi pêkhateyên gelê Sûriyê re rûne
18 sibat, 2023   20:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolîn, Şêwir û Perwerdeyê ya Farabî ya Misirê ji bo nîqaşkirina karesata erdhejê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rû daye û bandor li Sûriyê kiriye, paneleke zanistî li Qahîrayê li dar xist.

Di panelê de ku li avahiya navendê hatiye lidarxistin, komeke lêkolîner û pirsporên sûrî û misirî yên navdar beşdar bûn. Di nav de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, serokê Desteya Zanistê ya Bilind dr.Elaudîn Mensûr, serokê Navenda Farabî profesor Midhet Hemad, sekreterê giştî yê Desteya Pratîk a Bilind a Navenda Farabî Muxtar Xebaşî û gerînendeyê Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman hebûn.

Her wiha balyoz, wezîrê karên derve yê Misirê yê berê û serokê bernameya siyaseta derve û têkiliyên navneteweyî ya Navenda Farabî dr.Yusif El Şerqawî, lêkolînerê zanistên siyasî û dozên Rojhilata Navîn dr.Elî Ehmed û lêkolînera kar û barên Sûriyê ya Navenda Lêkolînên Startejîk a El Ehram Rabhe Elam jî beşdar bûn.

Di panelê de, derfetê û faktorên bi serketina nêzkîbûna di navbera Şam û Enqere de li gel encamên erdhejê, erdhej û encamên wê yên mirovî û demografî li hundirê Sûriyê, siyasetkirina alîkariyên mirovî, rêbazên pêşkêşkirina wê ji bo herêmên wêranbûyî, projeyên herêmê li Sûriyê û geşedanên dawîn piştî erdhejê çi ne, hatin nîqaşkirin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû:

Redkirin û şermezarkirina hemû girtekên Tirkiyê ku bikaranîna erdhejê armanc dike da ku planên xwe yên qirkirinê û guhertina demografîk li bakur û rojhilatê Sûiryê pêk bîne.

Redkirin û şermezarkirina hemû girtekan ku hikumeta Tirkiyê yan jî hikumetên din li pêşiya alîkariyên mirovî derdixin çi li bakur û rojhilatê Sûriyê yan jî herêmên din yên wêranbûyî.

Bang li Yekitiya Ereban were kirin ku xwedî li însiyatîfeke erebî derkeve ku dişibe nexşerêyeke nû ya erebî-erebû ji bo ku aloziya Sûriyê çareser bibe û cihê daîm ê Sûriyê yê Yekitiya Ereban vegere.

Pêwîstiya avakirina rêxistineke xêrxwaziyê ya ereb a girêdayî Yekitiya Ereban ku di karesatan û aloziyên xwezayî de pispor e. Dûrî hesabên siyasî û ne siyasî, pêşkêşkirina hemû cureyên alîkariyan.

Bang li hikumeta Sûriyê were kirin ku yekser bi hemû pêkhateyên gelê Sûriyê re li ser masayekê rûne û ji bo bidawîkirina aloziyê, bibin yek.

Bang li NY`yê were kirin ku girtekên navneteweyî yên taybet ên danûstandina bi karesat û aloziyên xwezayî li ser asta cîhanê ji nû ve saz bike, ji bo ku bi herêmên wêranbûyî re dûrî siyasetê mijul bibe, tedbîrên madî bigire.

Redkirina berdewamiya birêvebirina dosyaya Sûriyê bi navbeynkariya aliyên herêmî yên ne erebî.

Navenda Farabî der barê encamên şerê Rûsya-Ukraynayê de panelek li dar xistibû û piştî wê panelek der barê aloziya Sûriyê li dar xist.

(şx)

ANHA