Bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyeke çandî bi zimanê suryanî

Saziya Olif Taw a Zimanê Suryanî çalakiyeke çandî û wêjeyî bi dirûşma "Yên ku zimanê xwe winda dikin hebûna xwe jî winda dikin" bi boneya Roja Zimanê Dayikê li dar xist.

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyeke çandî bi zimanê suryanî
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyeke çandî bi zimanê suryanî
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyeke çandî bi zimanê suryanî
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyeke çandî bi zimanê suryanî
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyeke çandî bi zimanê suryanî
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyeke çandî bi zimanê suryanî
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê çalakiyeke çandî bi zimanê suryanî
18 sibat, 2023   12:57
QAMIŞLO

Bi nêzbûna Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê re ku dikeve 21′ê Sibatê, Saziya Olif Taw a Zimanê Suryanî çalakiyeke çandî û wêjeyî bi dirûşma "Yên ku zimanê xwe winda dikin hebûna xwe jî winda dikin" li navenda saziyê ya li Qamişloyê li dar xist.

Nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, saziyên Suryanan û Meclisa Qamişloyê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de helbestvanê Suryan Michael Hanna Philo helbest bi zimanê suryanî xwendin û stran hatin pêşkêşkirin. Dûre sînevîzyonek li ser zimanê suryanî û astengiyên li pêşberî pêkhateya Suryan hate pêşandan.

Endama rêveber a Saziya Olif Taw Çaklîn Ilyas Selîba li ser mijarê axivî û wiha got: "Ziman ji hêmanên jiyan û fikra mirov in. Ne pêkan e zimanek zindî be û bi pêş bikeve, ger ew gel zimanê xwe yê dayikê bi kar neyne."

Çaklîn wiha dawî li gotina xwe anî: "Em li hember astengiyên xeternak in. Divê em nasname, hebûn û zimanê xwe biparêzin. Berpirsyarî li ser me tevan e, bi taybet li ser saziyên civakî, çandî û partiyên siyasî ye. Divê stratejî werin aktîfkirin û desteka guncaw ji bo parastina ziman ji têkçûnê were peydakirin û xebatên pêxistina wê bên kirin."

(fr)

ANHA