​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 5 avahî hilweşiyane û xisar li 400’an bûye

Li gorî rapora Nîvîsgeha Teknîk a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li her du taxan 5 avahî hilweşiyane, 400 avahiyan jî xisar dîtiye û pêwîstiya 12 avahiyên din bi rakirinê heye.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 5 avahî hilweşiyane û xisar li 400’an bûye
17 sibat, 2023   12:59
HELEB

Endazyarên Nîvîsgeha Teknîk a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raporeke li ser xisarên ku ji ber erdhejê gihaştine avahiyan, weşand.

Endam û endazyarên Nîvîsgeha Teknîk a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêşiya Kafeterya Telet Heleb a li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Endamê nivîsgehê endazyar Hisên Ehmed rapor xwend.

Di raporê de hate gotin ku ji ber erdhejê 5 avahî hilweşiyane, pêwîstiya 12 avahiyan bi rakirinê heye,  400 avahiyan xisar dîtiye, her wiha xisar gihaştiye xetên kanalîzasyon û avê.

Di raporê de hate diyarkirin ku zêdetirî sed kes birîndar bûne û bi hezaran jî malên xwe terk kirine ku pêwîstiya wan bi cih û sererastkirina malan heye.

Di raporê de hate gotin: "Civakata navneteweyî, Federasyona Rûsyayê, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî berpirsên rewşa heyî ne. Firqeya 4ʹan a hikumeta Şamê ambargo ferz kiriye û nahêle madeyên sereke û alîkariyên mirovî yên lezgîn derbas bibin. Ev siyaset heta niha dewam dike."

Di dawiya raporê de bang li aliyên têkildar hate kirin ku alavên rakirina kavilan peyda bikin, avahiyên xisar lê çêbûye rakin û alternatîfan peyda bikin.

(bb)

ANHA