​​​​​​​Meclisa Til Rifetê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Meclisa Navçeya Til Rifetê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Til Rifetê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
17 sibat, 2023   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Navçeya Til Rifetê  bi daxuyaniyekê êrişa duh a dewleta Tirk a dagirkr a li ser navçeyê  şermezar kir ku di encamê de welatiyek şehîd bû û yek din birîndar bû.

Daxuyanî li ber avahiya meclisê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate xwend. Hevseorkê meclisê Mihemed Henan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişa duh a li navenda bajarê Til Rifetê ya ku di encamê de sivîlek ku ji ber erdhejê reviyabû Şehbayê jiyana xwe ji dest da û sivîlekî din birîndar bû, tevgereke asayî ji aliyê dewleta teror ya faşîst a Tirk ve ye.  Diviyabû dewlet, hikumet û aloziyên bi nakok di rewşên karesat û belayên mezin de nakokiyên xwe derbas bikin û ber bi çareseriyeke siyasî ya aktîf ve biçin, lê li şûna vê yekê me kiryarên terorî, qirkirin û qetilkirin dît."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî wekî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya dihêle ku dewleta Tirk a faşîst kiryarên xwe yên nîjadperst û binpêkirinan bidomîne.

Meclisa Navçeya Til Rifetê di dawiyê de got: "Bi navê tevahî pêkhateyên Til Rifetê em sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundî şermezar dikin. Em bang l saziyên navneteweyî, bi taybet ên mirovî û hiqûqî dikin ku li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker rabin ku gavên ku layiqî erka xwe biavêjin."

(bb)

ANHA