Di serhildana li Rojhilat û Îranê de hejmara kuştiyan bû 529

Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku heta niha di serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 529 kes hatine kuştin.

Di serhildana li Rojhilat û Îranê de hejmara kuştiyan bû 529
17 sibat, 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, di meha 6’an de didome.

Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê bi raporekê ragihand ku di 6 mehên ewil ên serhildanê de 529 kes hatine kuştin.

71 ZAROK HATIN QETILKIRIN

Li gorî raporê, di 6 mehên borî de 71 jê zarok, herî kêm 529 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin. Her wiha 19 hezar û 763 kes hatine girtin û li 14 hezar û 698 kesan jî cezayê girtîgehê hatiye birîn.

Her wiha hat diyarkirin ku li 164 parêzgeh û 144 zanîngehan xwepêşandan hatine lidarxistin.

4 ÇALAKVAN HATIN DARVEKIRIN

Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku 4 çalakvan hatiye darvekirin û 107 kes bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.