Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê buha zêde dibin

Aloziya aborî ya li herêmên hikumeta Şamê, navendîbûna dewleta Tirk a dagirker û aloziya bankên Lubnanê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê buha zêde dibin
17 sibat, 2023   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹLI ŞAMÊ ZÊDEBÛNA BUHAYAN; TAWANBARKIRINA BAZIRGANAN KU FELAKETÊ KEYSBAZ DIKINʹ

Der barê aloziya aborî ya li Şamê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Ji roja yekem a erdheja wêranker a ku li Tirkiye û Sûriyê xistiye, li bazarên Şamê hejek aborî bi forma pêleke nû ya bilindbûna buhayan çêbû. Buhayê hin madeyan ji sedî sed derbas kir. Li beramberî vê çavdêriya hikumetê tune ye û bazirgan bi sûdgirtina ji karesatê tên tawanbarkirin.

Ruxmî di rojên pêşîn ên karesatê de ku nirxê lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolarê Amerîkayê heta astekê baş bû û di 2 rojên dawî de dîsa daket, lê buhayê madeyan bilind bû.

Piştî erdheja ku 6ʹê Sibatê li başûrê rojhilatê Tirkiyê û bakurê rojavayê Sûriyê rû da, rêjeya xwarinê û sebzeyan li bazarên Şamê kêm bû. Buhayê kîloyek goştê gihaşt 80 hezar lîreyî ku berê di navbera 50 û 54 de hezarî lîreyan de bû. Kîloyeke mast ku berî bi 3 hezarî bû, bû 4 hezar. Pakêteke hêkan berê bi 24 hezar lîreyên Sûriyeyê bû û derket 30 hezarî, savar ku berê bi 5 hezaran bû, bû 4 hezar lîre.

Li gorî raporên navnetewyî, ji sedî zêdetirî 90 xelkê Sûriyê yê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de li jêr xeta xizaniyê dijîn. Mûçeyê mehane yê ku hikumeta Şamê dide karmendên pileya yekemîn 150 hezar lîre ye. Bi karesata dawî û pêla nû ya buhabûnê re zehmetiyên jiyana debarê zêdetir kir.

Rojnameya El Sewra ya girêdayî hikumeta Şamê, li ser zimanê sekreterê Komeleya Parastina Mezêxeran Ebdulrezaq Hebze piştrast kir ku buha ji sedî 20-25 bilind bûne û got li ser vê yekê komeleyê xwe gihand bazirganan da ku sedema buhabûnê nas bikin. Tevî ku nirxê lîre li hemberî dolar ji sedî 10 baş bûye ku dikare hêdî hêdî buhayan jî kêm bike, lê hinek sûdê ji vê rewşê digirin û buhayan bilind dikin."

ʹNAVENDÎBÛNA DEWLETA ERDOGAN LI PÊŞ XEBATÊN ALÎKARIYÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN Eʹ

Der barê rewşa Tirkiyeyê de, rojnameya El Ereb wiha got: “Tevî daxuyanî û hemleyên ragihandinê yên ku hewl didin kêmasiya mezin a li hemberî mexdûran binixumînin, lê erdheja ku di 6ʹê Sibatê de li Tirkiyê rû da, nîşan da ku navendîbûna dewletê ya bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan astengiya herî mezin e li pêşiya xebatên alîkariyê.

Tirkan bi xwe eşkere kir ku tîmên alîkarî û rizgarkirinê bi rojan li bendê man heta ku xwe gihandin navenda karesatê. Her wiha eşkere kirin ku gelek kesên ku hatin rizgarkirin bi tenê hatine hiştin ku rewşa xwe çareser bikin. Van kesan hewl da bi destê xwe xizmên xwe ji binê kavilan derxin. Li gel vê alîkarî û destek sist bûn.

Ji aliyê artêşa Tirk ve alîkarî bi lez nehatin şandin. Hikumetê hewl da rewşê di bin kontrolê de bihêle û xwest xebatên alîkariyê bispêre Desteya Giştî ya Rêvebirina Karesatan (AFAD) ku li hemberî bandora mezin a wêraniyê bê çare mabû.

Erdogan eşkere kir ku kêmasî di birêxistinkirina xebatên alîkariyê de heye û ev yek spart dijwariya erdhejê ku 7.8 pile bû.

Şêwirmendê rêveberiya karesatê li Danîmarkayê Hatav Rogan ku ji nêz ve Tirkiyeyê dişopîne, diyar dike ku "Navendîbûn ji bo hemû saziyên li Tirkiyeyê derbasdar e, di nav de yên ku divê qet bi awayekî navendî nexebitin, wekî AFAD’ê."

ʹLI LUBNANÊ HÊRSA LI HEMBERÎ GIRTEKÊN BANKANʹ

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya Îtîhad El Îmaratiya wiha nivîsand: "Li Lubnanê li dijî bendên nefermî yên ku li ser kişandina pereyan ji bankan hatin ferzkirin, her wiha li dijî rewşa aborî ya hilweşiyayî, bi dehan xwepêşandêran şaxên bankan ên taxeke Beyrûtê şewitandin.

Berdevkê komeleya "Qêrîna Kesên ku pereyên xwe xistine bankan" got, ji ber ku lîreya Lubnanê duh gihaştiye rekoreke nû, herî kêm 6 şaxên bankê bûne armanc. Her wiha anî ziman ku komele nûnertiya kesên ku pereyên xwe xistina bankan lê nikarin bistînin, dike.

Ji sala 2019ʹan ve, bankên Lubnanê li ser kişandina pereyan bi dolar û lîreyên Lubnanê qeyd danîne ku tu carî nebûye qanûneke fermî. Ji ber vê yekê kesên ku pereyên xwe xistine bankan, hewl didin bi rêya dozên qanûnî an bi zorê bigihêjin hesab û pereyên xwe.”

(bb)