Bîlançoya erdhejê girantir dibe: 38 hezar qurbanî

Hejmara qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gihaşt 38 hezar û 44 kesan.

Bîlançoya erdhejê girantir dibe: 38 hezar qurbanî
17 sibat, 2023   07:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên dewleta Tirk bîlançoya dawîn a qurbanî û birîndarên erdhejê eşkere kir.

Li gorî wê, 38 hezar û 44 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 108 hezar kes jî birîndar bûne.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî ji bo herêmên erdhejê yên li Bakur û Tirkiyeyê baga milyarek dolar alîkariyê kir.