Gelo wê erdhej bibe sedema hejandina siyasî yên xurt li Tirkiyeyê?

Tirkiye di dema bê de li hemberî gelek erdhejên wêranker e, lê vê carê dê li beramber erdhejên siyasî, tawanên gendeliyê ji saziyên deweta Tirk û Erdogan re û binkeftina wan li hember bandorên erdhejê re zêde bin. Ew yek jî hemwextî hilbijartinên Tirkiyeyê pêk hat. Gelo wê bandorê li şansên Erdogan di hilbijartinan de pêk bike?

Gelo wê erdhej bibe sedema hejandina siyasî yên xurt li Tirkiyeyê?
17 sibat, 2023   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Erdheja dawî ya li dijî herêmên fireh ji bakurê Sûriyeyê, Bakurê Tirkiyeyê û Tirkiyeyê asta gendeliya di nava saziyên dewleta Tirk a faşîst de eşkere kir, her wiha gelek pirsnîşan li ser rêbaza dan û standina AKP′ê û serokê wê Erdogan bi vê karesatê re danîn, bi taybet hejmara mexdûrên erdhejê ji ber derengmayîna destpêkirina xebatên lêgerînê rojane zêde dibin.

Ya ku vê krîzê zêde bike vekişîna gelek tîmên rizgariya navneteweyî û rawestandina xebatên lêgerîna li kesên dijîn. Ji wê zêdetir jî gelek avahî hatin wêrankirin. Hejmara avahiyên wêranbûyî zêdetirî 12 hezar avahî ye, gelek rêz û binesaziyan zirar dîtin.

Ev hemû hemwextî nêzbûna hilbijartinan pêk hat. Vê karesatê pêşeroja Erdogan û hevkarên wî yên di desthilatê de, piştî 20 salan ji çewisandin, qetilkirin û gendeliyê danî rewşeke xeter.

TAWANBARIYÊN JI ERDOGANÊ GENDEL RE

Muxalefeta Tirkiyeyê rexneyên mezin ji hikumeta Erdogan re piştî 20 salên wî di desthilatê de kirin û got ji ber ku wê welat ji bo erdhejê re amade nekir.

Muxalefeta Tirkiyeyê li ser rêbaza dan û standina bi pereyên mezin re ku li gorî bacên misogerî yên li dijî erdhejê di 1999′an de hatine birîn gelek pirs kirin. Ew pere ji bo ku avahiyên li Tirkiyeyê li hember erdhejan werin xurtkirin, hatin komkirin.

Bacên li ser kesên telefon, stasyonên radio û televîzyon hatine birîn û hîna pêk tê nêzî 4.6 milyar dolar in.

Her wiha hikumetê ji 2 salan ve bi rêjeya ji sedî 10 bac birî, lê hikumetê heta niha cihên ew pere lê xerc kirine, eşkere nekirin.

Erdogan û hevkarên wî yên desthilatê hîmên pêkanîna avahiyan li herêmên erdhejê paşguh kirin û girîngî da "lihevhatinê" ku hikumetê bi kesên ew hîm bin pê kirine re. Her wiha binpêkirin li hember dayîna pereyan rakir. Di encamê de bêyî guhartinê 6 milyon avahî wek xwe man.

Hikumeta AKP′ê bi milyar dolaran ji "lihevhatinê" kom kirin. Ew yek jî bi paşguhkirina bandorên muxalifên avahiyan pêk hat. Wê yekê bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir goristan. Çavdêran destnîşan kir ku "lihevhatinê" roleke girîng di hilweşandina avahiyan ji ber erdhejê lîst.

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Ebdulmesîh El Şamî ji ajansa me re wiha got: "Bersivdana dewleta Tirk ji karesatê re bi hevrûkirina krîza mezin re ne baş bû. Erdheja çêbûye bi hemû pîvanan karesateke rasteqîn bû. Diyar bû ku dewleta Tirk ne xwedî derfetên ku bersivê bide vê krîzê. Tê zanîn ku dewleta Tirk cihê erdhejê ye û di demên nêz de erdhej çêbûn."

El Şamî wiha domand: "Di pratîkê de Tirkiye bajarekî rûbirûyî erdhejan e, ruxmî dubarebûna vê karesata xwezayî û ruxmî hemû şiyariyên navendên lêkolînên pratîkî li ser vê yekê, avahî heta vê kêliyê bi rêbazekî nebaş tên avakirin û ne li gorî herêma erdhejê ne."

El Şamî wiha pê de çû: "Erdogan girîngiyê nade parastina mirovên li Tirkiyeyê. Ji bilî wê jî bi awayekî nijadperestî bi sûriyeyên li Tirkiyeyê dijîn re didin û distînin."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Ebdulmesîh El Şamî ev tişt got: "Diviyabû Erdogan pereyên xezîneya Tirkiyeyê li ser parastina welat xerc bike. Ji wê zêdetir li ser avakirina pire û balafirxaneyan ruxmî pêdiviya Tirkiyeyê bi wê yekê tune ye, pereyan xerc dike."

El Şamî wiha li gotina xwe zêde kir: "Hemû şer, pirsgirêk û çêkirina çekan ji hêla Erdogan ve, her wiha kesên van pereyan li ser çêkirina çekan dide, li gel wî projeya şer, projeya dijminahî, projeya şeran û vekirina eniyên şer bi gelek dewletan re heye û girîngiyê nade paratina welat û welatiyan. Diviyabû li şûna pereyan di şerên li dijî Sûriyeyê, Lîbya, Yewnanistan û gelê xwe de xerc dikir, li ser parastina welat, avakirina komên rizgarî û amûrên ji rewşên erdhejan re û avakirina avahiyan bi rêbazên li gorî erdhejan re xerx bikira."

′BANDORÊN ERDHEJÊ LI SER HILBIJARTINAN′

Têkildarî bandorên erdhejê li ser pêşeroja Erdogan a hilbijartinê, El Şamî diyar kir ku hîna zû ye li ser pêşeroja Erdogan a hilbijartinê bê axaftin, lê hin xala hene divê werin bibîrxistin û dê bandoreke mezin li ser wê bike û gelek pirs li ser vê yekê hene divê werin pêşkêşkirin, bi taybt pirsên li ser neamadekariya desthilatan ji erdhejan re. El Şamî ev tişt anî ziman: "Baweriya gel bi Erdogan tune ye. Ji ber Erdogan girîngiyê nade azarên welatiyan, ji bilî wê jî qeyranên aborî, pere û karmendî hene. Ev pirsgirêkên mezin dê bê guman bandorê li hilbijartinên Tirkiyeyê bikin."

Li ser bandorên siyasî ji ragihandina qanûna awarte re ji hêla Erdogan ve El Şamî axivî û wiha dawî li gotina xwe anî: "Di herhalî de Erdogan ji demeke dûr ve welat xiste rewşeke awarte û li ser vê bingehê dan û standinê dike. Kê dixwaze dixe girtîgehê. Tu qanûn li welat tune ye. Weke desthilatekî mutleqî dîktatoriya xwe pêk tîne. Xwedî hemû destûr û desthilatiyê ye. Bi wê re qanûna awarte ne kêm ne jî zêde dike. Lê dê di dîktatoriyê de hêsanbûneke mezin çêke."

(fr)

ANHA