​​​​​​​′Revandina Rêber Ocalan û dîlgirtina wî terora navneteweyî ye ′

Kesayetên Sûriyeyî da zanîn ku revandina Rêber Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî teroreke navneteweyî ye û divê hemû rêxistinên civakî û partiyên siyasî kedên ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bidin.

​​​​​​​′Revandina Rêber Ocalan û dîlgirtina wî terora navneteweyî ye ′
16 sibat, 2023   23:38
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Di 14′ê Sibatê li Hesekê de Foruma Sûrî ya der bare Komploya Navneteweyî ya 15′ê Sibatê de bi beşdariya 150 delegî, kesayetên siyasî û hiqûqî yên ji tevahî herêmên Sûriyeyê; Heleb, Şam, Ceble, Laziqiyê û Humisê, gelek kesayetên siyasî, hevserokên partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rûspiyên eşîrên Erebî hate lidarxistin.

Têkildarî forumê rojnameger û çalakgera jin a ji herêma Ceble Însaf Silêtîn ji anasa me re axivî û wiha got: "Foruma Sûrî ya der bar Komploya Navneteweyî ya 15′ê Sibatê pir girîng bû. Ruxmî karesata mirovî ya li gelek herêmên Sûriyeyê çêbûye lê em beşdarî forumê bûn."

Însaf wiha domand: "Rêber Ocalan têkoşerekî navneteweyî û xwedî dozeke mirovî ya navneteweyî û exlaqî bû. Dîlgirtina wî bi vî rengî sûcek ji sûcên serdemê ye û şermek li eniya mirovahiyê ye."

Însaf ev tişt got: "Beşdariya bi tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di forumê de ew e ku bînin bîra cîhanê ku li dijî Rêber Ocalan sûc tê kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî dikin."

′JI TEVAHÎ GELAN RE RÊBEREKÎ BANDORKER Û ÎLHAMKER E′

Însaf wiha pê de çû: "Rêber Ocalan rêberekî bandorker û îlhamker e. Ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo tevahî gelan. Ruxmî dîlgirtina wî ji 24 salan ve, hemû şahid in ku doz, felesefe û armancên wî adilane ne."

Însaf ev tişt anî ziman: "Rêber Ocalan ji bo helwestên xwe yên durist 24 sal tê koşiya û divê em di van boneyan de hebin ku banga azadiya wî ya fîzîkî bikin."

Însaf Silêtîn wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê hemû xwediyên rêgez û kesayetên îlhamker û awarte ku bazariyê li ser helwestên xwe nakin û temenekî giran didin, mîna Rêber Ocalan bi bîr bixin û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin."

′FIKRÊ RÊBER OCALAN XIZMETÎ HEMÛ SÛRIYEYAN DIKE′

Li aliyekî din jî sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûrî Mistefa Qeleçî yê ji Helebê wiha got: "Komploya li dijî Rêber Ocalan a di 1999′an de komployeke li dijî gelê herêmê ye û xwestin bi wê yekê fikrê mirovî ku çare ji hemû pêkhateyên herêmê re pêşkêş kir veşêrin. Da ku xêr û bêrên herêmê bi kar bînin û Mîsaqî Millî ya Tirkî pêk bînin."

Qeleçî wiha domand: "Firkê Rêber Ocalan xizmetî hemû sûriyeyan dike. Tecrîda li dijî wî, kiryara revandin û dîlgirtina wî teroreke navneteweyî ye."

Qeleçî di dawiya gotina xwe de ev tişt anî ziman: "Divê bê îtîrafkirin ku civata navneteweyî li hember dozên me ne adilane ye. Divê em parastina dozên xwe bikin, kolanê bixin tevgerê, rêxistin û partî kedên xwe bikin yek."

(fr)

ANHA