​​​​​​​Jinan nêzî 11 hezar peyam ji Rêber Ocalan re nivîsandin

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11 hezar peyam ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsî. Jinan di peyamên xwe de asta girêdana xwe bi fikrên wî, bi taybet ên rizgarkirina jinê nîşan da û bal kişand ser bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.

​​​​​​​Jinan nêzî 11 hezar peyam ji Rêber Ocalan re nivîsandin
17 sibat, 2023   00:52
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Ruxmî desthilatên Tirk ên faşîst tu peyamekê radestî Rêber Ocalan nakin, lê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleya nivîsandina peyaman da destpêkirin û got ew ê metoda azad a Rêber Ocalan ku tê de banga azadiya jinê kiriye ku azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e, bişopînin.

′EM DEV JI BANGA AZADIYA TE YA FÎZKÎ BERNADIN′

Ehlam Silêman El Elî di peyama xwe de ya ji bo Rêber Ocalan re wiha nivîsîbû: "Rêberê min û mamosteyê min ê fîlozof ê ku di oxira azadiya fikir, azadiya jinê û azadiya geflên Rojhilata Navîn tevahî û ne tenê ji bo gelê Kurd têkoşiya, em li ser metod, felsefe û rêya ku te di oxira azadî, aşîtû jiyana hevbeş, pêkanîna edalet û wekheviya gelan de xêz kiriye dimeşin. Rêberê min em dev ji banga xwe ya pêkanîna azadiya te ya fîzkî bernadin, ey rêberê mezin."

Emel El Ehmed jî di peyama xwe de got: "Rêberê mezin, me bi saya te azadî bi dest xist û em li ser şopa te ne. Me wekhevî û edalet di navbera mêr û jinan de pêk anî. Em bi hêvî ne ku tu werî azadkirin û bi hev re bin. Rêberê me yê bêhempa bi saya te em bêhna azadiyê dikin û her tiştê te ji me re pêşkêş kiriye pir mezin, gewre ye û bi tiştekî nayê pîvankirin."

Betûl Ridwan jî got: "Ez di bin serweriya zihniyeta baviksalarî ya nijadperestî ya girêdayî kevneşopiyan bûm û min nikarî tiştek ji civakê re pêşkê bikra. Lê niha bi saya fikrê te ez bûm jineke zana."

Bêrîvan Hemê jî di peyama xwe de hêvî kir ku di demeke nêz de bi Rêber Ocalan re bicive û wiha got: "Dibe ku tu min nasnakî, lê ez te nas dikim. Dibe ku bi rêya xebat û perwerdeyên min di akademiyê de standine te zêdetir nas dikim. Ey Rêber Ocalan dema tu derkevî tu yê gava yekemîn çi bikî?Gelo tu yê qebûl bikî ku bi vê civaka jevketî re bijî? Em berxwedana te ya di wê girtîgehê de azadiyê dibînin."

Munîfe El Betran jî diyar kir ku gotinên wê yên hindik ji Rêber Ocalan re u parêzvanê azadiya jinê û gelên bindest e pir kêm in û destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li ser şopa wî be.

10 HEZAR Û 987 PEYAM

Li gorî bîlançoya Kongra Star li ser hejmara peyamên jinên ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zimanên Kurdî û Erebî nivîsandine nêzî 10 hezar û 987 e û li van herêman tên belavkirin; 9 hezar peyam ji kantona Şehba, 718 ji Helebê, 725 ji kantona Hesekê û 544 ji kantona Qamişloyê. Her wiha hejmara peyamên herêma Firatê nehat zanîn.

Li ser armanca nivîsandina van peyaman, endama rêveber a Kongra Star a Qamişloyê Îbtîsam El Hisên diyar kir ku wan xwest van peyaman ji Rêber Ocalan rêkirin û wiha got: "Lê bi sedema tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan em nikarin peyamên xwe jê re rêkin, ji lew re dê werin komkirin û di demeke nêz be wek pirtûk were çapkirin."

(fr)

ANHA