‘Êrîş û astengkirina alîkariyan domandina komployê ne’

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku tevî banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî û felaketa erdhejê jî domandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û astengkirina alîkariyên Rêveberiya Xweser ên ji bo mexdurên erdhejê berdewama komploya navnetewî ye.

‘Êrîş û astengkirina alîkariyan domandina komployê ne’
17 sibat, 2023   03:29
QAMIŞLO – CÎHAN BÎLGÎN-EHMED SEMÎR

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî, derbarê banga KCK`ê ya rawestandina çalakiyan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên Parastina Medyayê de ji ajansa me re axivî.

‘TEVGEREKE EXLAQÎ YE’

Şêx Baqî, destnîşan kir ku bi banga Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik a ji bo rawestandina çalakiyan re, PKK’ê careke din mirovahiya xwe nîşan daye û got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve nîşan daye ku  tevgerek bi hişmendiya şoreşgerî û exlaqî ye. Banga birêz Cemîl Bayik careke din nîşan da ku  berjewendiyên hemû civakên herêmê li ber çavan digire. Derfetên çareseriyê ava dike.”

Bi gotina, “Bersiva dewleta Tirk domandina êrîşan bû” Cemal Şêx Baqî bal kişand ku ferqa mezin a di navbera hişmendiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û faşîzma dewleta Tirk de careke din hatiye dîtin.

‘MEJIYÊ ŞOVENÎST DIDOME’

Cemal Baqî, bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di dema erdhejê de jî bi obûs û balafiran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kirine; hem wextî wê DAIŞ’ê jî li bejahiya Tedmûrê êriş pêk anîne û got ku bi van êrîşan du peyamên wiha hatine dayîn: “Ya yekem Erdogan dixwaze bibejê ‘karta leqandina terorê hîn di destê min de ye’, ya duyem jî dibejê ‘tu tişt li pêşiya plan û siyaseta tinekirina Kurdan nasekine.’ Ev jî nîşan dide ku Erdogan tu ders ji felaketa erdhejê negirtiye. Mêjiyê şovenîst û faşîst bi heman rêgezê didome.”

‘WIJDAN KURMÎ BÛYE’

Şêx Baqî, astengkirina alîkariyên ku ji bo Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tên şandin û yên ku Rêveberiya Xweser ji bo Şehba, herêmên di kontrola Hikûmeta Şamê de û herêmên dagirkirî dişîne jî bi heman ferasetê ve girêda. Cemal Şêx Baqî anî ziman ku ji bo cûdabûna Rêveberiya Xweser neyê dîtin şandina alîkariyên wê tên astengkirin û got: “Divê dewletên Tirk û Suriyeyê, her wiha hêzên navnetewî zanibin ku tiştên ji berjewendiyan mezintir hene. Ji Netewên Yekbûyî heta dewletên Tirk û Suriyeyê di feraseta xwe de tu guhertin çênekiriye. Alikariyên Rêveberiya Xweser a ji bo mexdurên erdhejê yên li herêmên dagirkerî û herêmên hikûmeta Şamê bi rojan asteng kirin. Asimanê herêmê ji balafirên dagirkeran re vekiriye, lê ji alîkariya gel re girtî ye. Ev encama wijdana xirab û kûrmî ye.”

‘BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE’

Di dawiya nirxandinên xwe de Cemal Şêx Baqî bal kişand ku êrîş û astengkirin berdewamkirina komploya navnetewî ye û wiha dom kir: “Komploya Navnetewî ne tenê dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat; dijî raman, tevger û gel pêk hat. Dema dîtin encam neda, bi rengên cuda domandin. Niha Serok Ocalan di zindanê de ye, Kurd tên qirkirin. Êrîşên li ser Herêmên Parastina Medya, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê berdewamiya vê planê ye. Dixwazin dengê Serok bi temamî qût bikin. Ev 2 salin em nizanin rewşa wî çawa ye. Dixwazin tevgerê bê mêjî bihelin. Lê ev komplo bisernakeve. Tevgera Azadiya Kurdistanê û ramanên Serok Ocalan biser dikevin. Civakên derveyî Kurdistanê rahiştine vê alê û ramanê.”

ANHA