​​​​​​​Firqeya 4′an nahêle tankera alîkariyê derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê be

Firqeya 4′an a girêdayî hêzên hikumeta Şamê qedexe kir ku tankera alîkariyên mirovî ku xwendekarên zanîngehên Helebê kirîne, derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê be.

​​​​​​​Firqeya 4′an nahêle tankera alîkariyê derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê be
16 sibat, 2023   18:58
HELEB

Firqeya 4′an a hêzên hikumeta Şamê di dorpêça li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ruxmî erdheja wêranker, dewam dike.

Li gorî nûçegihanê ajansa me, endamên Firqeya 4′an qedexe kir ku tankera alîkariyan derbasî her du taxan be.

Di tankerê de madeyên alîkariyê ku xwendekarên zanîngehên Helebê kom kirine û kirîne da ku pêşkêşî mexdûrên erdhejê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin, hebûn.

Di demekê de bi hezaran şêniyên her du taxan azarên kêmbûna alîkariyên ji ber dorpêçê û derketina ji malên xwe ji ber erdhejê dikişînin, ev kiryarên dermirovî pêk tên.

(fr)