​​​​​​​Gelo bendavên Erdogan sedemên erdheja wêranker bûn?

Hejmara mexdûrên erdheja wêranker a li Tirkiyeyê û Sûriyeyê çêbûye hişt ku axaftina li ser duristbûna sedemên madî yan jî erdnîgarî bê kirin. Gelo têkiliya bendavên dewleta Tirk ava kirin bi erheja dawî re heye?

​​​​​​​Gelo bendavên Erdogan sedemên erdheja wêranker bûn?
17 sibat, 2023   02:07
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Raporên rojnamegerî li ser rola bendavên zêde yên li Tirkiyeyê belav bûne li erdhejan axivî. Ji ber ku zêdetirî 2 hezar bendav û depoyên avê û golên çêkirî li hundirî Tirkiyeyê hene.

Rejîma Tirkiyeyê bi zanabûn bi dehan bendav li ser çemên Dicle û Firatê ava kirin, wê jî krîzeke mezin û ziwabûnek li Sûriyeyê û Iraqê çêkir.

Li gorî rapora rojnameya  Guardian ku demeke berê belav kiriye, avakirina bandavên Tirkiyeyê û dayîna enerjiya elektrîk-avî li ser her du çeman hişt ku herikîna avê ber bi Iraqê ve bi rêjeya ji sedî 80 û ber bi Sûriyeyê ve ji rêjeya 40 were kêmkirin. Sûriye û Iraqê jî dewleta Tirk têkildarî depokirina avê tawanbar kir.

Piştî erdheja hefteya borî, raporan hişyarî li ser xeteriya bendavên mezin ku dewleta Tirk ava dike û hebûna îhtîmaliya hilweşandina wan, da. Wê yekê jî hişt ku rejîma Tirkiyeyê bendava Ataturk ku 48 milyar metre kap depo dike veke. Ew jî ji ber metirsiya hilweşînê ji ber erdhejê pêk hat.

Pispor û çavdêran hişyarî li ser xeteriya dewamirina dewleta Tirk ji avakirina bendavên mezin re da. Ew jî ji ber xwezaya jeolojî ya Tirkiyeyê û cihê erdhejan e.

Ruxmî eşkerebûn û nakokiya di navbera pisporan de li ser hebûna rola mezin a bendavan di çêkirina erdhejan de, lê lihevkirineke heye ku pirbûna bendavên mezin û depokirina avê bi mîqdareke mezin dibe bibe sedema erdhejan.

HERÊMA ERDHEJÊ

Pisporê bendavên Misirê û mamosteya jeolojiyê di zanîngeha Qahîreyê de Ebas Şeraqî wiha got: "Ji ber ku cihê erdnîgarî û xwezaya jeolojî ya Tirkiyeyê cihê herêma erdhejan e, ji ber ku tê de komek sereke ji çînên mezin hene û cudabûn di navbera blokên parzemînê de mîna Afrîka, Ewropa û bloka Erebî bi Ewropayê re heye."

Şeraqî wiha domand: "Ev pêkhatina jeolojî dihêle Tirkiyeyê bibe cihê erdhejan. Mîna li Japan û dewletên Pasîfîk. Di heman demê de di aliyê zanistî de bendav jî sedemek ji sedemên erdhejan e. Lê dema bêîstîqariya axê û xwezaya jeolojiyê ya herêmekê ligel hebûna bendavên mezin hebe, encam mîna çêbûye."

Şeraqî wiha pê de çû: "Tenê bendav erhhejên xurt çênakin. Ji ber ku li Tirkiyeyê di 1939′an de erdhejeke wêranker çêbû û tu bendav tune bûn. Lê rola bendavan di dema li herêmeke bêîstîqra jeolojiyê yan jî cihê çînên mezin hebe, diyar dibe, mîna li başûrê Anadolê çêbûye."

Şeraqî ev tişt anî ziman: "Herêma bendava Alî ya li Eswanê ya li başûrê Misirê erdhejên sivik çêdibe, lê bê bandor in. Ji ber xwezaya Misirê ya jeolojî ye. Krîza li Tirkiyeyê û hebûna çînên mezin û erdnîgariya jeolojiyê ji erdhejan re amade ye."

′HILWEŞANDINA BENDAVAN′

Şeraqî wiha got: "Çêbûna erdheja mezin ligel hebûna bendavên mezin, mîna li Tirkiyeyê dibe ku qeliştekan çêke û bendavan hilweşîne û piştî erdhejê lehî çêbin û karesat du qatî be."

Şeraqî destnîşan kir ku ger rejîma Tirkiyeyê li ser welatê xwe baldar be, wê demê bendavên tê çêkirin, divê tê de av kêm be. Ger bendav 10 milyar metrekab ji avê tehemûl bike, divê ne zêdeyî 2 milyar metrekab be. Ji ber ku îhtîmala hilweşînê heye.

Li gorî Şeraqî, di Tirkiyeyê de zêdetirî 600 bendav hene û ew jî hejmareke mezin heye û projeya avakirina 22 bendavên din li herêma başûêr Anadolê heye û heta niha 10 ji wan hatine avakirin û depoya wan 120 milyar metrekab e. Ev yek jî pir xeter e, ji ber ku xwezaya wê ya jeolojiyê ya herêmê jîngeha erdhejê ye. Her wiha binpêkirina mafên avê ya dewletan mîna Sûriyeyê û Iraqê ye.

Di dawiyê de Şeraqî bang li hikumeta Tirkiyeyê kir ku bi lez bendavan bişopîne û heta dikare av were valakirin. Ji ber ku çêbûna erdhejê heta hêza wê navîn be jî, dibe ku bibe sedema hilweşîna van bendavan û got: "Divê valakirina van bendavan bi hevkariya Sûriye û Iraqê be."

′SEDEMÊN ERDHEJÊ′

Li aliyekî din jî wezîrê avê ya Misirê yê berê Dr. Husam Mexazî da zanîn ku gelek sedemên çêbûna erdhejê hene, bi taybet herêma mîna Anadolê bi çalakiya xwe ya erdhejê tê zanîn û berê gelek erdhejên wêranker lê çêbûne.

Mexazî wiha got: "Tu rol an jî bandora bendavan di çêbûna erdhejan de tune ye. Çer ku herêm ji bo erdhejê çalak e, wê demê erd amade ye erdhej çêbe."

Mexazî wiha domand: "Hin teorî hene ku dibêjin hebûna pîvanên mezin û depokirina avê bi mîqdarên mezin di bendavan de dibe ku bibin yek ji sedemên çêbûna erdhejan, lê bi serê xwe ne sedema erdhejan e."

Mexazî wiha dawî li gotina xwe anî: "Zehmet mirov bibêje rola bendavan di çêbûna erdhejan de heye û tu lêkolînên kûr li ser vê mijarê çêneke û ez vê yekê bi dûr dixim."

(fr)

ANHA