PYD′ê Osman Dadalî bi bîr anî

PYD′yê yek ji damezrînerê xwe şehîd Osman Dadalî bi bîr anî û got: "Têkoşîna mamoste Osman ji hevrêyên partiya me re pêşengtiyek bû, şehadeta wî li kêlek şehîdên partî û gelê me bû ajoyeke berxwedanê û bi Şoreşa Rojava tacîdar bû."

PYD′ê Osman Dadalî bi bîr anî
16 sibat, 2023   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

18′ê Sibatê salvegera 15′an a şehadeta Osman Dadalî ye. Şehîd Osman ji ber îşkenceya di gitîgehên Basê de şehîd bû.

Têkildarî vê yekê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"18′ê Sibatê, salvegera biêş a şehadeta pêşengê PYD′ê û yek ji damezrînên wê şehîd Osman Dadalî ye. Şehîd Osman di encama îşkenceya di jêrzemînên girtîgehên destpot û şovenîst de şehîd bû. Mîna vê rojê di 2008′an de mamoste Osman li hevrêyên xwe wesiyet kir ku rêya xwe temam bikin û xwe bispêrin fikrê Rêber Abdullah Ocaln û bi mîraseke têkoşînê ya mezin ku bi tîpên zêrînê di dîrokê de hate nivîsîn û berxwedaneke bêhempa oxir ji me xwest.

Osman Hecî Silêman ji gundê Dadalî yê herêma Kobanê ye, di 1945′an de hate dinê. Kurê yekemîn a malbatê ku xwedî welatparêzî bû. Dibistana seretayî û navîn li gund û navçeya Şiyox xwend û amadehî li Heleb xwend. Dûre li gundewarên Helebê mamostetî kir. Yek ji damezrînên PYD′ê bû. Girîngî da aliyê civakî û rêgeza necudabûna di navbera Kurd, Ereb, Tirkmen û Çeçen de. Xwedî têkiiyên civakî yên xurt bû.

Di çavên ên ku mamoste Osman nas dikirin de ew têkoşerekî înad bû. Di 27′ê Mijdara 2007′an de ewlehiya siyasî bi ser mala wî ya li gundê Dadalî de girt û bi hovîtî îşkenc kir. Di encamê de rewşa wî ya tenduristî ne baş bû û di 18′ê Sibata 2008′an de di 63 saliya xwe de şehîd bû. Têkoşîna mamoste Osman ji bo hevrêyên wî yên partiyê îlhameke bû, şehadeta wî û li kêlek şehîdên partiyê û gelê me bû sedema bilindkirina berxwedanê û bi Şoreşa Rojava tacîdar bû. Da ku armancên gelê me ber bi azadî, demokrasî û biratiya gelan ve pêk bîne. Hîna ev berxwedan mîraseke ku gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêrê.

Em Meclisa Giştî ya PYD′ê soza xwe ji şehîdên partiyê û hemû şehîdên gelê me re nû dikin ku li ser şopa wan heta serkeftinê bimeşin.

Em sûcên rejîmên şovenîst, destpot, dijminên demokrasî û dîktatoran şermezar dikin. Ji ber ku welat ber bi wêraniyê ve birin û tu kes ji zulma wan bê par neman, di serî de jî Kurd û doza wan.

Em bang li NY′yê dikin ku li gorî biryara 2254′an tev bigere û krîza Sûriyeyê çare bike, kuştina Sûriyeyan bi dawî bike, zextê li dewleta Tirk a dagirker bike ku bi çarenûsa Sûriyeyan nelîze. Em bang li gelê Sûriyeyê bi giştî dikin ku hevgirtî bin, da ku bigihînin Sûriyeyek nenavendî û demokratîk."

(fr)