​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2023
16 sibat, 2023   23:00

-Meclisa navçeya Til Rifetê û Heyva Sor a Kurd a Şehbayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina welatiyan daxuyaniyekê dide. Saet 12:00′an (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi rêxistinkirina Komeleya Helîq a Werzîşê û bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya Newroz a Mezin a Fotbolê ya 2023′yan bi beşdariya 32 tîman li yarîgeha Aliya ya gundê Helîq ê Girkê Legê li dar dikeve. Saet 19:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kesayetên Sûriyeyî da zanîn ku revandina Rêber Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî ‎teroreke navneteweyî ye û divê hemû rêxistinên civakî û partiyên siyasî kedên ji bo ‎pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bidin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

- Cemal Şêx Baqî diyar kir ku tevî banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî û felaketa ‎erdhejê jî domandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û astengkirina alîkariyên Rêveberiya ‎Xweser ên ji bo mexdurên erdhejê berdewama komploya navnetewî ye. ‎‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

- Tirkiye di dema bê de li hemberî gelek erdhejên wêranker e, lê vê carê dê li beramber erdhejên ‎siyasî, tawanên gendeliyê ji saziyên deweta Tirk û Erdogan re û binkeftina wan li hember ‎bandorên erdhejê re zêde bin. Ew yek jî hemwextî hilbijartinên Tirkiyeyê pêk hat. Gelo wê ‎bandorê li şansên Erdogan di hilbijartinan de pêk bike? ‎(BI WÊNE)

- Hejmara mexdûrên erdheja wêranker a li Tirkiyeyê û Sûriyeyê çêbûye hişt ku axaftina li ser ‎duristbûna sedemên madî yan jî erdnîgarî bê kirin. Gelo têkiliya bendavên dewleta Tirk ava ‎kirin bi erheja dawî re heye?‎ ‎(BI WÊNE)‎

JIN

- Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11 hezar peyam ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsî. Jinan di ‎peyamên xwe de asta girêdana xwe bi fikrên wî, bi taybet ên rizgarkirina jinê nîşan da û bal ‎kişand ser bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

GOTAR

-Ez ji 1978`an ve li Beyrûtê dijîm, tev li refên şoreşa Filistînê bûm. Wê demê min şoreşgerên Kurd nas ‎kirin. Piştî damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê bi serokatiya Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê, ‎dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl da PKK`ê û rêveberiyên wê tune bike. Ji ber wê, Rêber Abdullah ‎Ocalan di 1979`an de ji Tirkiyeyê çû Rojava‎. (BI WÊNE)

ANHA