​​​​​​​Rêveberiya Xweser 59 zarok û jinên ji malbatên DAIŞ′ê radestî Qirgizîstanê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 59 zarok û jinên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê radestî komara Qirgizîstanê kirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser 59 zarok û jinên ji malbatên DAIŞ′ê radestî Qirgizîstanê kirin
16 sibat, 2023   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyan a Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, agahiyeke belav kir ku şandeyek ji komara Qirgizîstanê bi serkêşiya nûnerê ji Wezareta Karên Derve ya Qirgizîstanê Tokobaev Arslan serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Cîgirê hevserokatiya daîreyê Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm, endama Nivîsgeha YPJ′ê Lana Hisên û cîgira Desteya Jinê Huweyda Mihemed Selîm Mihemed şande pêşwaz kir.

Di serdanê de her du aliyan behsa rewşa mirovî ya li Sûriyeyê piştî erdheja wêranker, rewşa siyasî û pêwîstiya çareseriya krîza Sûriyeyê li gorî biryara NY′yê 2254′an, rewşa aborî û ewlehî li herêmê, kir.

Robêl Beho wiha got: "Em Rêveberiya Xweser, me gelek caran bang li civata navneteweyî û NY′yê kir ku deriyên sînor vekin, astengiyên li pêş pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, bi taybet deriyên girtî mîna Til Koçerê rakin."

Beho da zanîn ku gefên dewleta Tirk digel vê karesata mirovî nesekinîne, bombebarankirina bi balafiran û topavêjan hîna dewam dike.

Beho ev tişt got: "Dê Rêveberiya Xweser hevkariyê bi komara Qirgizîstanê re û bi hemû dewletên ku welatî û zarokên wan li herêmên Rêveberiya Xweser re dewam bike."

Tokobaev Arslan jî wiha got: "Em êş û azarên gelên Sûriyeyê û zirarên ji ber edheja wêranker kişandine parve dikin û bi hêvî ne ku di têkoşîn û xebatên xwe de bi hêzên xwe re di oxira mirovahiyê de dewam bikin."

Arslan spasiya Rêveberiya Xweser û QSD′ê li ser şerê li dijî terorê ji ber cîhanê giştî ve û alîkariya wan di vegera welatiyên Qirgizîstanê de kir.

Li gorî agahiya hatiye belavkirin, şandeyê 18 jin û 41 zarokên DAIŞ′ê li gorî wesîqeya fermi di navbera Rêveberiya Xweser û komara Qirgizîstanê de radestî şandeyê kirin.

(fr)