Kombûna Jinan a Zenûbiya komxebatek li ser komployê li dar xist

Meclisa Perwerdê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê komxebatek bi diruşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin, azadiya rêbertî azadiya me ye, Jin, jiyan, azadî" têkildarî komploya navneteweyî li dar xist.

Kombûna Jinan a Zenûbiya komxebatek li ser komployê li dar xist
16 sibat, 2023   15:35
TEBQA

Komxebat li Akademiya Şehîd Ardar Harûn a Tebqayê hate lidarxistin. Tê de nûnerên ji partiyên siyasî, nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Tebqa, Reqa, meclisên sivîl û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa bi xêrhatina beşdaran kir.

Di komxebatê de du beşên girîng ên li ser komploya li dijî Rêber Ocalan hatin nîqaşkirin.

Şêwirmenda Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xaliye Niime beşa yekê şîrove kir û wiha got: "Komplo ji nişkan ve pêk nehat an jî bêyî plane nehat lidarxistin. Lê belê li gorî bernameyeke birêxistinkirî, lêkolînkirî û bi gelek salan hatibû amadekirin. Rola her hêz û aliyên têkildarî vê komployê hatin erdkarkirin."

Xaliye wiha domand: "Tayên vê komployê heta qonaxa berê diçin ku bi vê şêweyî hate amadekirin.  Ev komplo ji bo polîsa hundirîn û hêzên îstîxbarata hundirîn li Tirkiyeyê heta bi rêxistin, îstîxbaratên navdewletî û gelekên aliyên navdewletî û siyastên wan û gelek hêzên cîhanê dest pê kir. Li dawiyê lihevkirinek di navbera wan de çêbû û garantî kir ku hin hêz û dewlet tev li vê komployê bin."

Xaliye wiha pê de çû: "Gelek alî û hêzên mîna Amerîka û Ewropa ev yek nîqaş kir ku zirarê dide berjewendiyên wan ên li cîhanê. Lê ji bo sînordarkirina van pêşdeçûnan û da ku astengiyan deynin pêş gefên cidî yên li ser berjewendiyên wan, van alî û hêzan dest bi vê komployê kir."

Endama rêveber a Desteya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem El Osman beşa duyemîn a bi navê komploya dîrokî şîrove kir û wiha got: "Komplo xwedî rihên dîrokî yên kûr in. Destpêkê Rêber Ocalan berê xwe da Ewropa û 7 xalên çareseriyan pêşkêş kirin. Lê dewletên Ewropa ev çar red kir. Komplo pêk anî, da ku Rêber Ocalan teslîm be, lê wî teslîmkarî red kir. Rêber Apo di girtîgehê de wek rêberekî ma û naveroka komplo û armanca wê eşkere kir û bi têkoşîna xwe naveroka wê vala kir."

Meryem bi bîr xist û wiha domand: "Rêber Ocalan bi rêya pirtûka xwe ya ji 10 hezar rûpelî xebateke fikrî pêşkêş kir û heta di girtîgehê de girîngî da têkoşîna jinan."

Meryem wiha pê de çû: "Rêber Ocalan di girtîgehê de dest bi projeya aştiyê kir û bang li dewletê kir ku li ser maseya diyalogê bicive."

Meryem wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanc ji vê komployê gelê Kurd, PKK′ê û Rêber Ocalan ji hev cuda bike. Girtîgeha Îmraliyê ne mîna her girtîgehekê ye, lê girtîgeheke navdewletî ye. Pergala Îmraliyê, li gorî qanûnên Ewropa û Tirkiyeyê Rêber Ocalan hedef digire. Divê Rêber Ocalan serbest were berdan, lê heta niha tu qanûn nehatine pêkanîn û tu karek ji bo wan nehatine kirin."

Dûre beşdaran li ser naveroka her du beşan nîqaş kir, çare û encamnameyên ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Ocalan a fîzîkî danîn.

Ji van encamnameyan:

Bang, xebat û parastina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan were kirin, têkoşîna gel bi rêya lidarixstina meş û çalakiyên civakî yên di çarçoveya şermezarkirina tecrîdê de were bilindkirin.

Xebat li ser lidarxistina komxebat, panel û werşeyên xebata fikrî, siyasî û çandî ji bo şîrovekirina fikir û felsefeya Rêber Ocalan bi çalakgerên li hemû cîhanê were kirin, fikrên rêbertî û perspektîfên wî di aliyê pratîkî de yên têkildarî azadiya jinê û mafên xwe bistînin werin şîrovekirin.

Destpêkirina hemleyên îmzeyan û haştagên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan were dewamkirin. Hemle ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û derxistina PKK′ê ji "lîsteya terorê" werin lidarxistin. Xebat ji bo xurtkirina jinan di tevahî aliyên leşkerî, aborî û siyasî de were kirin. Xebat li ser pêkanîna pergala rêgeza bê serokê jiyan nabe û hewla avakirina civakeke polîtîk-exlaqî-ekolojî-demokratîk were kirin.

(fr)

ANHA